Ferîde wek berê dixwaze di nava jiyanek piştevanî û baweriyê de bijî
09:01
Bêrîtan Elyakut/JINHA
RIHA - Dayika Fêrîde bêrîkirina zaroktiya xwe û ciwantiya xwe ya gund wiha vegot: “Niha civak ji derên civakî dur jiyan dikin. Ez beriya wan rojên ku em jin bi hev re diçûn zozanan û sewal didotin. Bila mirov vegerin berê. Ez dixwazim em vegerin jiyana xwe ya paqij û hevpariya berê.”
Tê dîtin ku gundê jiyana koletîf jiyan dikin, li hember êrîşên modernîtê şer dikin lê dîsa jî nisîbê xwe pergelê digirin û dayikên me yê temen mezin jî beriya wan rojan dikin. Ferîde Sagir (60) li gundê Bab a giredayî navçeya Girê Sora Rihayê jiyan dike berîkirina ciwantî, zaroktî û jiyan xwe ya gund tînê ziman. Ferîdê diyar kir ku dema ew ciwan bû bi jinên gund re diçûn zeviyan û jinan li nav zeviyan bi piştgirî karê xwe diqedand. Ferîdeyê got ku bi hêza jine hêzek mezin derdikêvê û wiha dom kir: “Dema em diçûn nav zeviyan me genim, ce û nîsk kom dikirin û piştre bardikirin kamyonan. Tenê mêran li karê wesaîtan meyzê dikirin. Wek her dem dîsa kerê giran li ser pişta jinan dima. Lê bes wê demê em kêfxweş bûn. Ji bo ku hemû jinan bîranînên xwe bi hev re pardikir. “
'Nifşên niha nexweş jiyan dike’
Ferîdeyê da zanîn ku berhemên li gunda organîk çêdibûn û ti fêkiyên niha ne organîkin. Ferîdeyê bi lêv kir ku ev nêzî 10 sala ye li gundan jî mirov êdî tiştên amede distînin û wiha dirêjî da axatina xwe: “Êdî hemû ehlên gunda berhemên amede distînin. Lê berê me tu berhemên amede nedixist malên xwe. Me hemû hewceyiyên malê li ser axa zeviyên xwe diçand. Mirov bi keda destê xwe tişta çêbike bi tamtire. Niha pênîre ku em distînin bê tam e. Mirov û civak wek robota bûye. Nifşên niha nexweş dijî. Ji bo ve jî zû nexweş dikevin.”
'Li gunda jina jiyana komînal dihunand’
Ferîdeyê destnîşan kirku jin bi hev re diçûn bêriyê sewal didotin û jinan li gunda jiyana komîn dihunand. Ferîdeyê qala wan rojên ku jinan li gund jiyana komînal belav dikir kir û wiha axaftina xwe dom kir: ”Me jina bi derketina tavê re em diçûn me sewalên xwe didot. Heya em diçûn sewalan bidoşin me jinan di rê de stran digotin. Me hemû jinan sewal didotin û me şîrê xwe jî bi hev re pardikir. Dema karê me diqediya me alîkarî dida hev. Me jinan hemû êş û kêyfxweşiye xwe bi hev re pardikirin. Çi li malên me kêm dibû me bi dilek rehet ji cîranên xwe dikarî bû bixwazê. Têkiliyên me yên cîrantî wek têkiliyên malbatî bûn. Niha li tu derî têkiliya mirovan nemaye û jin bi hev re tevnagerin. Halbûkî dema jin bi hev re tevbigerin dê tu zilm nikaribe bi jine. Me berê dema ji mêra zilm didît me bersiva mêra dida. Niha dema jin ji mêran şîddetê dibîne civak dibejê ‘Ew pirsgireka malbatiyê tevlî nabin’ û em bê bersiv dimînin.”
‘Divê mirov vegerin rojên berê'
Fêrîdeyê qala ciwantiya ciwantiya xwe kir û got ku di demên wan ciwantî de hemû kes ji hev bawer dikir niha hemû kes li hev şik dibirin û wiha got: “Mirovên berê ji hevre saxlam bûn. Em bi hev re tevdigeran niha hemû kêtiya nava xaniyên xwe û hemû demên xwe bi temaşê kirina televîzyonê derbas dibe. Wan demên li gunda bihevretî hebû. Em li gund diçûn alîkariya hev niha hemû kes takekesîtî bûyê. Tukes alîkarî nadê tukesî. Ji bo şêr gel neçar dimînê xaka xwe biterikînê. Dema mirov li ser axa xwe koçber dibê ez dilşikestî dibim. Bila mirov vegerin jiyana xwe ya berê. Dema em vegeriya paqijbûn û li gel hevbûna hev dê wî çaxî şêr bi dawî bibê û we viroker ji welatê me derkevin. Wê demê gel dê kêfxweş û wek ku nû hatin dinê jiyan bikin.”
(dt/hu)