'Xwezî me rojêkî axê xwe çandiba’

09:18

Filîz Zeyrek/JINHA

EDENE- Jinên Kurdistanê ji ser axa xwe tên koçber kirin û diçin bajarên cuda li hember xizaniyê, aboriya xwe bi xwe ava dikin, serî li gelek rêyan didin. Jinên li ber Germa Çukurovayê li nav zeviya dixebitin di demên xwe yên vala de findik û gûza dişkînin. Jinan got: “Axa welatên din nabe axa me û em pir zehmetiyê dikşînin. Ez carna xeyal dikim û dibejim xweziya em rojêkî biçûna ser axa xwe û ji axa xwe sud bigirta û em axa xwe biçandina.”

Ji van jinan Sêvê Kolumun (43) diyar kir ku ew ji bo jiyana xwe bidomînin neçarin bixebitin û wiha berdewam kir: “Eger em ne xebitîn emê piştî du roja pirçî bimînin. Em neçar man ku em ji ser axa xwe koçber bibin. Ev bi salane em tên li vir dixebitin. Bi rastî jiyana li vir pir zehmete û ji bo ku em bijîn em neçarin ku em bi xebitin. Ji ber zehmetiyên jiyanê çi ji destê me tê em dikin.” Sêvê di der barê jiyana xwe de jî ev tişt vegotin: “Ev findik ji fabirîqayekî bi komyonan ji mere tên û jinên taxê hemû kes 2 kîs dibê û piştî ku roj dibe hînkayî em li ber deriyê xwe bi ciranên re ji hev vediqetînin. Ev kar saetên me digirê lê em çi bikin em nanê xwe ji vî karî derdixin û em dema xwe vala derbas nakin.”

'Me dixwest em ji axa xwe sud bigirin’

Leyla Tan (65) jî got: “Dewletê hemû der xira kir û şewitand. Ez tevî vî emrê xwe yî mezin li nav zeviyan dixebitim. Carna bi mehan em diçin bajarên din pembû,findik, fistik kom dikin. Ji bo ez li zarokê xwe xwedî bikim ez tevî vî emre xwe yî mezin dixebitim. Ez rojê kisêk fistik dineqînim. Ez serê her kisêkî 8 TL distînim, her çiqas neqandina vî kîsî demê min digirê jî pereyê nanê xwe qezenç dikim.”

'Em hem karkerin malêne, hem jî ji bo aboriya xwe dixebitin’

Di dawiyê de jina bi navê Denîz Koruman (26) axivî û da zanîn ku jin hem karê malê dikin û hem karê nav zeviyan dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em jin hemû kar dikin. Em jin hem karkerên malê ne û di heman demê de jî aboriya malê bi rê ve dibin. Piştî ev kar xilas bû karê rêzkirinê heye. Em bi ciranan re di nava rojê de xebatên kolektîf dikin. Min dixwest em li ser axa xwe bixebitin û ez her tim xeyal dikim emê kengî biçin ser axa xwe.”

(dt-hu)