Li dijî koçberkirinê di konan de jiyana komunal
10:49
JINHA
MÊRDÎN- Gel li dijî polîtîkayên koçberkirinê yên bi êrîş û qedexeyên ku li Nisêbînê xist dewrê, li gundê Bawernê kon vedan û jiyana xwe berdewam dikin. Jin li vir jiyanên li ser nirxên komunal ava dikin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di bin navê ‘qedexeya derketina derve de’ qirkirin û talankirin pêk anî û piştî 134 rojan şûnde beşek hat rakirin û malbatên li dijî polîtîkayên koçberkirinê jî berxwe dan, tevî hemû şert û mercên neyînî Nisêbînê terk nakin. 13 malbatên li Taxa Firatê ku niha di têlan hatiye dorpêçkirin dimanbi qedexeyê re li gundê Bawernê kon vedan û jiyana xwe berdewam dikin. hêzên dewletê ku her cureyên binpêkirina mafan xistin dewrê, ji gel ji bo alîkariya kirê dixwazin belgeya wekê ‘ji terorê reviyane û li vir bicih bûne’ bidin îmzekirin. Jinan jî got ti tişt ji dewletê nexwestine û gotin: “Em ti tiştekî dewletê naxwazin. Bila me rehet berdin bes e. Me rûyê xwe nezivirand dewletê. Em ji terorê nereviyane û nehatine girt. Em ji kesî şerm nakin. Me konê xwe vedaye û em li vir dijîn. Nisêbîn warê me ye. Em cihê xwe bernadin.”
‘Zarokên min bi destê xwe kon vedan’
Hatîce Yakut da zanîn ku beriya qedexeyê ew li taxa Firatên ku piranî Koçer lê dijiyan, diman û got ji bo ji Nisêbînê dûr nekevin hatine vir û got: “Ez bi eslê xwe ji Şirnexê me. Ev 30 sale li Nisêbînê dijîm. Mala me xera kirin. Me hat vir kon veda. Ev 5 mehe em li virin. Zarokên me bi destê xwe kon vedan. Em ava xwe ji cînaran digirin. Em alîkariyê didin hev. Hêza me tine em kirê bidin. Emê zivistanê li vir bimînin lê zarokên me yên biçûk hene. Wê zehmet be.”
Hatîceyê destnîşan kir ku beriya qedexeyê ji xwe re karkeriya demsalî dkirin û got bi salan bi qezenca ku bi destxitine xaniyê xwe çêkiribûn û wiha berdewam kir: “Me xaniyê xwe bi kedek mezin çêkir. Em ji neçarî derketin. Dema em li Cizîrê koçerbûn, em derdiketin zozanan. Sewalên me hebûn. Me şîr didot. Me mast û penîr çêdikir. Li vir rew şert tinene. Hewa gelek germe. Germahî û jiyana kon zehmete. Ji dengê top û çekan em nekaribûn razên. Me dizanî xaniyên me hildiweşînin û ji ber vê xewa me nedihat. Em dixwazin rojên xweş bên. Em xaka xwe terk nakin. Em ji Nisêbînê naçin.”
‘Ev der ji her derê xweşiktire’
Heznî Şavur jî ku ev 20 sale li Nisêbînê dijî got ew li Cizîrê Koçer bûne, lê piştî gundê wan şewitiye neçar mane dest ji koçberiyê berdin û got: “Piştî zewicim li Nisêbînê bi cih bûm. Di qedexeya Cizîrê de xaniyê malbata min jî hilweşiya.Dema nû hatim Nisêbînê b imin zor bû. lê niha jiyana li vir ji bo min ji her derê xweşiktire. Em li taxa Firatê diman. Piştî pevçûnan em çûn gundê Bawernê. Ev çar mehe ev li gund li konan dijÎn. Şert û mercên jiyana me ne başin. Hewa germe. Tuwalet tine. Cihê ku em serê xwe bişon tine. Em cilên xwe bi destan dişon.”
Heznî di dawiya axaftina xwe de got: “Em li gundê nêz li ser zeviyên genim rojane bi 40 TL’yî 7 saetan xebitîn. Em li vir 12 malbatin. 10 zarokên min hene. Em dixwazin xaniyê me ji nûve bê avakirin. Me nexwest em alîkariya dewletê bigirin. Bila tenê me rehet berdin. Me ruyê xwe nezivirandi dewletê. Em ji terorê nereviyane û nehatine vir. Em ji kesî şerm nakin. Nisêbîn warê meye. Em ti car bernadin.”
(kom/hu)