Tiriyê Henîfeyê li ser dezgehên bazarê ne

09:07

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Henîfe Çawiş a ji gundê Şêxwaziyê piştî kedên meha niha li bazarê Bilbilê tiriyên xwe ên bi tam difroşe û li hember dorpêçê serî hildide. Henîfeyê got, "Jinên Kurd li dijî her cûre êrîşan sekinînin. Niha jî li ser me dorpêç û êrîş dewam dikin. Li hember dorpêç û êrîş em ê bêçare nemîn in. Jin niha tovên jiyanê diçînin."

Yekbûn û hezkirina jinê bi axê re herî zêde jî di xebatên çandiniyê ku kedek mezin dixwaze, tê dîtin. Jinên Kantona Efrînê bi heyvane bi ked, heskirin û hêviyê berhem girtinê xebatên çandiniyê dane ser milê xwe û pêşengiyê dikin. Di demek wiha de ku li ser herêmê ambargo pêk tê û wiha jî dixwazin gel neçarê koçberiyê bikin, jinan bi rikeke mezin bêtir tevlî xebatên çandiniyê bûn. Henîfe Çawişa (52) ji gundê Şêxwaziya navçeya Bilbilê dayîka 4 zarokane diyar kir ku ew ê tu car dev ji axên xwe bernade.

'Jin niha tovên jiyanê diçînin'

Henîfeyê anî ziman ku niha berhemên fêqî û sebzeyên ku bi keda destên jinan tam girtine, li bazarê têne firotin. Henîfe bal kişand ser rewşa şer û dorpêçê li ser herêmê û got, "Jinên Kurd li dijî her cûre êrîşan sekinînin. Niha jî li ser me dorpêç û êrîş dewam dikin. li dijî van emê bêçare nemînin. Jin niha tovên jiyanê diçînin. Hem wiha êrîşên aborî û siyasî têne vala derxistin, hem jî debara xwe dikin."

'Tu caran min hizra ji axê veqetandinê nekiribû'

Henîfeyê bi lêv kir ku hevjînê wê berî 6 salan çûye ser dilovaniyê xwe û got, "Bi destpêkirina şer û dorpêçan re zarokên min tev warên xwe terk kirin. Tu caran min hizra ji axê veqetandinê nekiribû. Min nexwest zarokên min biçin, lê wan welat terikand. Ez bi tenê mam û min jî çandinî ji bo xwe rêya herî baş dît. Ez naxwazim destên xwe dirêjî kesekê bikim. Jixwe pir jin wek min hene ku bi karên çandinî û karên destan, jiyana xwe didomînin. Ez hêvî dikim, ev şerê wêran dawî lê bê û herkes vegere ser axa xwe."

(en/rc)