Kaniya Mîran ji bo jinan bûye navnîşana hevpariya kar

09:15

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li taxa Bîçerê jin li ser kaniya Mîran kom dibin û bi awayek kolektif hemû karê xwe çareser dikin. Ji jinên ser kaniyê Sakîne Yalçîn diyar kir ku ew tevahiya rojê li ser kaniyê hemû karê xwe dikin.

Jinên taxa Bîçera Colemêrgê hemû karên xwe li ser kanîya Mîran ku ji bo xwe weke kaniya jinan û mala jinan binav kirine bi hev re dikin. Bi jiyanek kolektif jin li ser kaniyê kom dibin hem ji hevdû re dibin alîkar hem jî li gel karê xwe sohbet jî dikin. Jin, Zarok û ciwan bi hev re ji hevdû re dibin alîkar û bi vî rengî jiyanek hevpar didin jiyan kirin. Jin li ser kaniya Mîran her pêdiviyên xwe çareser dikin.

'Hemû jiyana me li ser kaniyê derbas dibe'

Jina bi navê Sakîne Yalçîn anî ziman ku we jinên taxê hemû li ser kaniyê kom dibin, hem sohbet dikin hem ji karê xwe û wiha axivî; "Herkes vê kaniyê wekî kaniya jinan û ciwanan bi nav dike. Ji ber ku em jin û ciwan her roj li ser kaniyê kom dibin bi awayek kolaktif ji hevdû re dibin alîkar. Em firax û xaliyên xwe her tiştên xwe dînin ser kaniyê dişon. Em li gel karê xwe sohbet jî dikîn, hem jî li tengasiyên hev guhdar dikîn. Ev kaniye ji dapîran ji bo me wek dîrokek maye. Kanî rengek cuda dide jiyana me. Her roj heya êvaran em li ser kaniyê ne."

Sakîne da zanîn ku ew jinên taxê nikarin di mal de bisekinin, ew tevahiya rojê li ser kaniyê ne û wiha domand: "Bi rastî kombûyina me a ser kaniyê bi temamî ewe ku em hevdû guhdar bikîn. Gava di nav malbatekî de pirsgirêk bên jiyan kirin em jin dibin çareserî, ji ber em dizanîn çawa nêz bibin. Gava em diçîn pancar, em pancarê xwe jî tînin ser vê kaniyê dişon. Em jin vê kaniyê wekî kaniya jinan û mala jinan a kolektif binav dikîn. Her roja me li ser vê kaniyê bi sohbet û parvekirinê dawî dibe. Zarok ciwan herkes derdora me kom dibe sohbetên me guhdarî dikin. Em dixwazin her rojên me û jiyana me hevpar derbas bibin"

(zt)