Jiyana gund bi kedê jinê dibe çavkaniya jiyanê
09:05
Ronîda Hacî /JINHA
TIL TEMIR - Jinên ku ji dîrokê heya roja îro li hember pergala desthilatdariya kapîtalîzmê parastina çanda xwezayî dikin, jiyanê bi kedê xwe xweşik dikin. Seade Xelefa ku li gundê Til Necma dijî diyar kir ku ew li gund parastina çanda xwezayî dike û got, "Li gund jiyan bi kedê jinê xweşik dibe û dibe çavkaniya jiyanê. Her roj ji bo vejîna çanda resen ez di nava hewldanê de me."
Jinên ku ji dîroka mirovahiyê heya roja îro hember pergala kapîtalîzmê ber xwe didin, bi kedên mezin di nava şert û mecên giran de parastina nirxên xwe ên xwezayî dikin. Li hember jiyana bajarvaniyê ya ku pergal ser mirovan ferz dike, jin bi vejandina axa bi bereket jiyanê li dora xwe xweşik dike. Li gundê Til Necma ya bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jin têkoşîna parastina jiyana xwezayî didin. Jinên ku ji sibê zû ji xew radibin, berê xwe didin nava baxçeyên ku bi kedê xwe çandine diyar kirin ku ji bo parastina çandê xwe li gund têkoşîna jiyanê didin.
'Jiyan ser milê jinan rêve diçe'
Seade Xelefê da zanîn ku ew ligel baxçeyê, sewalan xwedî dike û wiha got, "Sibê zû ji xew radibim û berê xwe didim nava baxçeyê û avdaniyê dikim. Dûvre sewalan dinêrim û bêrîvaniya wan jî dikim. Hem ji şîrê sewalan mast, peyînir amede dikim û hem jî ji berhemên baxçeyê amedekariyê zivistanê dikim. Ligel vê ji bo parastina çanda tendûrê, tendûr çêdikim. Nanê xwe jî ser tendûrê çêdikim. Her wiha ji bo debara xwe jî tendûran çêdikim û difroşim. Wiha aboriya xwe pê pêşwazî dikim. Bi vê yekê re çanda kevnar zindî dihêlim û didim jiyandin. Li vir berpirsyariya jiyanê tev ser milê jinane. Li gund jiyan bi kedê jinê xweşik dibe û dibe çavkaniya jiyanê. Her roj ji bo vejîna çanda resen ez di nava hewldanê de me."
'Ez bi dapîra xwe re sebzeyan hişk dikim'
Zaroka bi navê Sîlva Yûsif jî diyar kir ku ew li gund her roj alîkariya dapîra xwe dike û wiha got, "Dapîra min di baxçeyê me de îsot, bacanên sor, bacanên reş, bamî, milûxiyê, xiyar û şemamok daniye. Ez her roj alîkariya dapîra xwe dikim û wan ji bo pêdiviyên jiyanê berhev dikim. Em her roj bi hev re sebzeyan ji bo zivistanê hişk dikin."
'Ava me havînê bi saya kûzê her dem cemidî dimîne'
Zaroka bi navê Wîam Mutleq ya Ereb jî anî ziman ku ji bo av bi aweyek xwezayî sar bibe dayîka wê kûz çêkiriye û wiha domand, "Avê me havînê bi saya kûzê her dem cemidî dimîne. Ji ber ku li gundê me elektrîk tuneye em wiha pêdiviyên xwe bi aweyek xwezayî pêşwazî dikin."
(hs/rc)