Bi ereba destan berket û xwezayê hildigire

09:09

JINHA

WAN- Salîha Yacan bi ereboka destan ji nav zeviyan bereket û xwezabûnê hildigire û ji kesên di nava TOKÎ’yan de hatinê hapskirin, re dibe. Salîha di heman demê de wek jinek mînak debara mala xwe dike.

Jin ji dîrokê heta niha bi axê ve giredayiye û berketa axê tînê mala xwe. Her çiqas hişmendiya desthilat dixwaze jinê ji axê dur bike û di nava çar diwaran de heps dike jî, dîsa jin dest têkoşînê bernade û wek Kîbele dibin. Bi taybetî jinên Kurdistanê xwedî li axa xwe ya bi sud derdikevin û wek Kîbele xwedî li axa xwe û ekolojiyê derdikevin. Jinên herêma Serhedê dema wan bi mijûlkirina axê derbas dibe û di heman demedê jî debara mala xwe dikin. Salîha Yacan (56) ji bo mirovên ku ji sala 2011’an ve piştî çêkirina TOKÎ’yên Wanê ketin nava çar diwaran , fêkî, sebzeyan difroşe.

‘Bi ereboka desta di nava TOKÎ’yan de ye’

Salîha ji baxçeyê xwe yê li taxa Bostanîçî ya giredayî navçeya Îpekyolê, mişmiş, alûce, xes, pîvazê şîn, bexdenus û tuzikê diçine û li nav TOKÎ’ya bi ereboka desta difiroşe. Salîha ku ji van malbatên di TOKI de jiyan dikin bi ereboka xwe bereketa baxçeyan dihilgire. Salîha û keça xwe ya biçûk guh nadin germa havînê û fêkiyan ji baxçe kom dikin, difroşin û debara xwe dikin.

'Ji jinan re dibe mînak’

Salîha ku li gel temenê xwe bê acizbûn ereboka ku tijî poşetê fêkî û sebezeyane li TOKÎ’yan difiroşe û Saliha bi salene vî karî dike û debara mala xwe pê dide derbas kirin. Salîhayê di heman deme dê jî ji bo lêçûna dibistanê a zarokên xwe jî dixebitê. Salîha fêkiyan bi bûhayekî kêm difroşe û ji jinan re dibe mînak. Saliha bi dilxweşî karê xwedike. Salîhayê û keça xwe di desta de erebok li li nava TOKÎ’yê de fêkî û mewê difiroşin.

(ng-htk/dt-hu)