'Em tucar dest ji ax û doza xwe bernadin'

11:05

JINHA

MÊRDÎN - Songul Tekîn a ku li hember êrîşên dewletê axa xwe neterikand û jiyana xwe di konde dom dike bertek nîşanî têlên li dora Nisêbînê hatiye pêçan da û got: "Ez bangî hemû kesî dikim bila werin em bi hev re têlên derdora Nisêbînê rakin."

Navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi têlan hatiye pêçan. Songul Tekîn ku li taxa Abdulkadîr Paşaya Nisêbînê jiyan dikir, piştî ji taxê veqetiya li gundê Bawernê yê Nisêbînê kon vedane û axa xwe neterikandin. 13 malbatan biryara ku axa xwe neterikînin dan. Songulê got ku wan tiştek ji mala xwe nederxistine û wiha berdewam kir: "Heya em saxbin em dev ji axa xwe bernadin. Dê piştî me zarokên me li Nisêbînê mezin bibin."

Songulê diyar kir ku nêzî 26 salin ew li Nisêbînê jiyan dike û dê tucar axa xwe bernede. Songulê da zanîn ew ji dema 'Qedexeya derketina derve' heye çûne gund û li gund jiyana xwe di nava kon de berdewam dikin.

'Em ê li cihê xwe bin'

Songulê jiyana di konan de wiha vegot: "Sarinc û cilşoya me nîn e. Em xwarina xwe jî li ser tifikê bi keviran hatîn çêkirin dikelînin, nanê xwe jî li ser sêlê dipijin. Hejikê ku em ji çiya kom dikin, bi wan ji xwe re bersih çêdikin. Me hertiştên xwe bi keda destê xwe çêkir. Em tucar dev ji ax û doza xwe bernadin."

Songulê wiha dom kir: "Eger îro ez bimrim dê zarokê min li ser axa xwe bin. Ger zarokê min bimirin dê nêviyên min dev ji axa xwe bernedin. Em wan têlên ku li dora Nisêbînê hatine pêçan naxwazin. Em xwedî li doza xwe didervekin û doza me jî ev e. Ez bangî hemû kesî dikim bila werin em bihev re têlên Nisêbînê rakin. Daxwaza min bila Kurd hemû bibin yek. Bila Nisêbîn bê ava kirin, wek berê xweşik bibe."

(dt/zt)