Jinên Êzidî li wergehê bexçe çandin
09:02
Huyla Okalîn- Medîne Mametoglu/JINHA
AMED - Jinên êzidî ku li Wergeha Fidanlikê dimînin, di wergehê de ji bo xwe bexçeya sebzeyan dane çêkirin û rojên xwe di baxçeyê de derbas dikin. Jinên êzidî diyar kirin ku mijûl kirina bexçeyê êşa wan dide jibîrkirin.
Jin reng û taybetmendiyên xwe ya xwezayî li her qadê didin jiyandin û rengekî didin jiyana bi êş. Jinên êzidî yên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji ber êrîş û qetliyamên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê reviyan û li Amedê jiyana xwe berdewam dikin, ligel hemû êşan li ber xwe didin. Jinên Êzidî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Wergeha Fîdanlikê hatin bicihkirin ji bo xwe qadên jiyanê didin afirandin. Jinên ku ev 2'ê salin li wergehê diminin û qadên jiyana civakî ji wan re bi sînor e, di sînorên wergehê de ji bo xwe cihê kar û mijûl kirinê dan avakirin. Jinên ku giyana wan bi xwezayê ve girêdayi ye dest avêtin nav axê û dest bi çandinê kirin fekî û sebzeyê kirin.
Jinan di wergeha ku derdora wê bi diwar û telan hatine dorpêçkirin de, ji bo xwe bexçeya sebzeyan dane çêkirini û rojên xwe di baxçeyê de derbas dikin. Sebzeyên ku di baxçeyê de tên çandin hemû malbatên li wergehê jê sûdê digirin. Jinên ku li baxçeyê dinêrin bi hevparî roja xwe pê re derbas dikin û bexçe wan dilşa dike. Jinên ku hemû rojên xwe di bexçeyê de derbas dikin anîn ziman ku bexçe ji bo wan sebra herî mezin e.
'Mêr nayên bexçeyê'
Xarîp Xerbîl (45) jî destnîşan kir ku tenê jin tên nava bexçeyê û bi bexçeyê re mijûl dibin û wiha got: "Ji ber mêr ji karê bexçeyê fêm nakin û nizanin biçinin nayên nav bexçeyê. Lewra hemû karên bexçeyê ve jin alakedar dibin. Tenê carna tên alikariya me dikin. Em ji mêj ve tên û heya êvarê bi bexçeyê re mijul dibin. Ji bo me gelek baş e û em xwe pê jibir dikin."
'Bexçe êşa dilê me dide jibîr kirin'
Mîzgîn Evdela ( 37) ku ew jî wek jinên êzidî di bexçeyê de mijul dibe diyar kir ku karê bexçeyê ji bo wan gelek baş e û bexçe êşa wa dide ji bîr kirin. Mizgînê wiha axivî: "Em bi salan e em li vir in û rojên me vala derbas dibe. Wek tê zanin em naçir in û ji warên xwe gelek dur in. Dilê me bi êş û kul e. Em bivê êşa dilê xwe ji bir dikin. Em 10 malbat di bexçeyê de mijul dibin lê tiştên di bexçeyê de şîn dibin didin hemû malbatên wergehê."
'Em bi bexçê gelek dilşa dibin'
Besê Emer (50) ku ew jî hemû roja xwe di nav bexçeyê de derbas dike jî wiha bahsa karên xwe dike: "Em serê sibê radibin û tên bexçeyê. Me di serî de kolanên xwe kir. Berpirsyarên wergehê ji bo me tovikên bamya, îsot, behcan, şînahî, firingî, pirpar û hwd. anîn û me wan çand. Em çend rojê carek tên nav bexçeyê û avdaniyê dikin. Tiştên ku me çinan di demek de mezin bûn û em jê dixwin. Niha nebatên ku me di biharê de çand mezin bûn û em jê dixwin. Em bi bexçeyê gelek dilşa dibin."
(rc)