Bi fêkî û sebzeyên hişk, xwezabûnê pêşkêşî gel dike
09:02
Nişmiye Guler/JINHA
WAN – Şadiye Yildirim fêkî û sebzeyên hişk yên Xîzana Bedlîsê li Bazara Keda Jinê difroşe û bi jinên li bazarê dixebitire jiyanek kolektîf dimeşîne.
Şaredariya Îpekyolu ya Wanê bi Ajansa Pêşvebirina Anatoliya Rojhilat (DAKA) re Bazara Keda Jinê vekir û jin li vê bazarê dixebitin û aboriya xwe pêk tînin . jin bi hilberînên cuda cudahiyê diafirînin. Şadiye Yildirim jî ji sebze û fêkiyên hişk yên aydê herêma Xîzana Bedlîsê tîne bazarê û pêşkêşî gel dike. Şadiye 15 sal berê bi malbata xwe re ji Xîzanê koçî Wanê dike. Şadiyeyê got piştî erdhêja wanê li TOKÎ’yên Sixkê bi cih dibe. Şadiyeyê got berê hemû dema xwe li malê derbas dikir û got piştî ev bazar vebûye sebze û fêkiyên li Xîzanê gîhane li vir difroşe.
Şadiyeyê bi lêv kir ku TOKÎ jiyana xwezayî xesp dike û got: “Li bazarê hilberînên aydê gelek herêman hene. Ez jî hilberînên xaka xwe tînim vir. Hilberînên destê min biqedin ez diçim wir û ji jinan van hilberînan berhev dikim, di şert û mercên baş de hişk dikim û tînim vir. Di nav de sêv, hirme, îsot, bacan, firingî, û gelekên din hene. Ev hilberîn ji gelek nexweşiyan re jî dermane.”
'Hemû hilberîn xwezayîne’
Şadiyeyê destnîşan kir ku jin sibehan zû diçin ser zeviyan û got: “Jin van fêkiyan tînin malê. Li ser tepsî an jî kumaşan radixin. Li ber rojê didin sekinandin. Ev çend rojan wisa berdewam dike. Piştre dihên baş de vedişêrin ji bo zivistanê. Li Xîzanê jinan destpêkiriye. Hemû hilberînên me xwezayîne.”
‘Me jiyana kolektîf hunand’
Şadiyeyê di dawiya axaftina xwe de got bi vekirina bazarê de pêşiya xebata kolektîf vebûye û got bi jinên ku li bazarê dixebitin re jiyanek kolektîf dimeşînin.
(htk/hu)