Şitlên jiyanê yên Gulîstanê…
09:02
JINHA
AMED – Şitlên ku Gulîstan bi destê xwe digihîne, li kolanên Çinarê difroşe û pê debara xwe dike.
Gulîstan Ateş ya 67 salî li kolanên Çinara Amedê bi melhefa xwe ya sipî û rûkeniya xwe we pêşwazî dike û li aliyê din jî teşta tije şitlê fêdî û sebzeyan têdeye digerîne. Gulîstanê li dijî kesên digot ‘cihê jinê mala wê ye’ bi şitlên ku bi destê xwe xwedî dike jiyanê pêşkêş dike.
Gulîstanê wiha got: “Ji min re digotin karê te li malê ye. lê ez wisa nafikirim. Gelek kes tehemul nakin jinan li kolanê bibînin. Lê ji bo vê hilweşînim gelek xebitîm. Min ev kar berê li malê dikir. Niha li kolanê firotin baştire.”
Gulîstan ku bi vê debara xwe dike wiha got: “heta îro tişta ku min hîn kiriye eve ku jin dikarin her karî bikin. Em jin bi vê cesaretê dikirin vê ji ser xwer bavê jin. Ez dixwazim cesaretê bidim wan. Ez her kesî vexwendiyê xebatê dikim…”
Wêne: Medîne Mamedoglu
(hu)