Li Nisêbînê tovê şitlan nûde şîn dibe

10:57

JINHA

MÊRDÎN -Nisêbîn çewan ku 5 heyv li hember polîtîkaya înkar û îmhayê berxweda, şitlên ku di nava xwezayê de hişkbûne jî nûde şîn dibe.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê "Qedexeya derketinê" di roja 161'an de nîv demî berdewam dike. Bajarê ku malvaniya berxwedanek bêhempa kiriye, rastî êrîşên giran yên dewletê hat. Ji ber êrîşan ne tenê mirov û avahî, di heman demê de xweza jî rastî zerarên mezin hatin. Hêzên dewletê li Parka Mûsa Anter daran ji kokê ve hilkirin. Her wiha 20 hezar şitlên ku bi destê jinan hatî çandin, ji ber bê aviyê tev hişkbûn. Di pêvajoya qedexeyê de li bajêr ji sedî 80'î dar hem hişkbûn hem jî, ji kokê hatin hilkirin.

'Min wer hesiband ku, min zarokê xwe ber tavê hêlaye'

Kadîfe Orakê diyar kir ku wan projeya çandiniyê ji bo gel xistine meriyetê û wiha got: "Em sê jin li vir dixebitin. Em daran li park, baxçe, goristan û dora dibistanan diçînin.
Welatiyên bajêr dihatin û ji vir şitl bê pere distandin. Piştî qedexeyê dema hatim erdê şaxan, min dît ku kedê me yê 5-6 heyvan hişkbûye. Em ê ji daran re çi bibêjin? Min wer hesiband ku, min zarokê xwe ber tavê hêlaye. Nêzî 6 û 7 hezar dar mane, niha derfetê me heye ku em wan binêrin. Ji bo erdê şaxan zindî bibe ji saet 7'ê sibê heya 5'ê êvarê em dixebitin."

'Em ê erdê şaxan nû de zindî bikin'

Kadîfeyê bibîr xist ku pêdiviyê mirovan bi siha daran heye û wiha dewam kir: "Em dixwazin li tevahî bajêr daran biçînin û bikin bajarek hişîn. Her sibeh gava têm nava erdê şaxan bêhna şitl û daran digrim nava xwe. Em ê bi hêsanî dev ji xebatê xwe bernedin. Niha bi dîtina zindîbûna daran re, em kêfxweş dibin. Hêviyên me ew e ku şer bi dawî bibe û em bi aramî jiyana xwe nûde avabikine."

(kom/rc)