Li Şexanê cejin ne cejina berê ye

09:04

JINHA

WAN- Li Mezra Şêxan a girêdayê Mîksa Wanê jin ji bo kevneşopiya cejnên berê neyê jibîrkirin, fêrî jinên ciwan û zarokên xwe dikin.

Li Mezra Şêxan a Mîksa Wanê jin kevneşopiyên cejnê didin jiyîn. Jin li malekê tên cem hev û amadekariyên cejnê dikin. Jina bi navê Aklîma Yildiz ya 50 salî got: "Di her cejnê de xwarinên wekê baklewe, dolme û cureyên din çê dikin. Em bi jinan re tên cem hev û piştevaniyê ava dikin. em piştgiriya hev mezin dikin. Em her sal li mala jinekê tên cem hev. Em sohbetan dikin, stranan dibêjin."

Aklîmayê wiha berdewam kir: "Em bakleweyên xwe li mala jinekê çêdikin. Rojek beriya cejnê em diçin ser goristanê. Em li qada gund bi gundiyan re cejna xwe pîroz dikin. em taştêyek mezin amade dikin. Em şekiran didin zarokan. Em hemû gundî li malekê tên cem hev û taştê dikin. Mêr diçin gera cejnê û jin jî tên cem hev. Xwarinên ku me çêkirine jî em bi hev re dixwin."

Aklimayê di berdewamiyê de got goştê qurbaniyên serjê dikin jî li gelê gund belav dikin.

'Kevneşopiyên me xweşin'

Jina bi navê Zelal Yildiz ya 20 salî jî got kesên pîrozbahiya cejna me dibihistin tên gundê me û got: "Ez ji biçûkatiya xwe de şahidê van kevneşopiyana me. Kelecana cejnê her tim bi min re heye. Niha ez fêm dikim ku kevneşopiyên me çiqas xweşik û girîngin."

Zelalê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku cejn kevneşopiya wan e û got divê ew xwedî li kevneşopiya xwe derkevin.

Bêrîvan Eserê jî da xuyakirin ku ew di cejnê de bi jinan re tên cem hev û piştgiriyê didin hev û got: "Em sibehê zû radibin. Em sewalên xwe didoşin. Pitşre em karê mala xwe dikin û cilên xwe li xwe dikin. Em jinan re tên cem hev û cejna xwe pîroz dikin. Em her yek dibin wek zarokekî. Jin mêr ferq nake."

(db/dc/hu)