Li welatê rojê Gulberoj vedikin
09:08
Jînda Asmen/JINHA
ŞENGAL - Li Çiyayê Şengal jin van rojan dendikên ji gulîka Gûlberojê digirin, jihev didin alî. Wensê Mîrza kulîlka Gûlberojê dişibîne rojê û jinan û got: "Dema li baxçe digerim û dest didim wan ji stresê dur dikevim. Roj, gûlberoj û jin bi me Êzidiyan re bûy yek."
Jinên Şengalî tevî hemû bêderfetiyan hewl didin jiyanê xweşiktir bikin û di nava demê de jî baxçeyan zêde dikin. hilberîn bi keda jinê tê afirandin. Baxçe jî yek ji vane.
Ya herî balê dikişînin gûlberojin
Dema mirov li baxçeyan dinêrin ya herî balê dikişînin gûlberojin. Wisa xweşikin ku bi taybet berbi êvarê bi tîrêjên rojê û ba re direqisin. Di wê demê de ez ferq dikim ku kulîlka gûlberojê dişibe rojê. Jina bi navê Wensê Mîrza li ser kulîlka gûlberojê ji me re ev tişt gotin: "Kulîlka gûlberojê dişibe rojê û ji ber berê wê bi rojê de em jê re dibêjin 'gûlberoj'."
'Berê wê her tim li rojê ye'
Wense diyar kir ku roj û kulîlka gûlberojê dişibin hev û pelên gûlberojê dişibin tîrêjên rojê û roj wek nexşekê di hebûna xwe de heyî kiriye. Wensê got: "Ji ber vê gelek xweşike û ji bo zêdebûnê bi meyle. Dema roj dertê berê xwe didê û dema diçe ava jî berê xwe didê."
Wensê wiha berdewam kir: "Tova wê dendika wê ye. Me jî dendika wê çand û du mehan me av da. Niha mezin bûn û kulîlk vekirin. Gûlberoj wek dendik tê çandin û dîsa bi dengik li mirovan vedigere. Em berhev dikin û du rojan li ber tavê hişk dikin. piştre em dendikên wan derdixin."
'Dema dest didim wan ji stresê dur dikevim'
Wensê diyar kir ku ew wek jinekê dema bi kulîlka gûlberojê re eleqeder dibe xwe baş hîs dike û ji stresê dûr dikeve. Wensê got: "Roj, gûlberoj û jin bi Êzidiyan re bûne yek."
(mg\hu)