Meha Esa hem nabîne hem jî falan vedike
09:01
Ronîda Hacî /JINHA
HESEKÊ- Meha Esa Temir ya ku her du çavên wê nabînin, ji ber rewşa aborî nekariye çavên xwe emeliyat bike. Ligel ku çav nabîne falan vedike û bi bawerî heskirina mirovan qezenc dike.
Meha Esa Temir jineke ereb ya 30 salî ye. Ew li taxa Neşwa Xerbî ya bajarê Heseka Kantona Cizîrê dijî. Herdu çavên wê ji zikmakî ve nabînin. Meha diyar kir ku, ew ji zaroktiyê xwe ve nabîne û wiha got: "Bijîşkan ji dayika min re gotin ji ber çavên wê zêde şînin û wek bilûrê ne, şebekeya çavên wê teqiyaye. Ji ber vê bijîşk diyar kiribûn gava mezin bibim ew ê bi ameliyetê ve baş bibe û ez ê bibînim. Lê rewşa me ya aborî rê neda ku ez çavên xwe ronî bikim."
'Xeyala min dîtina rengan e'
Mehayê anî ziman ku xeyalê wê ew e ku rojek bikaribe rengên di jiyanê de, rengê asîman û yên kulîlkan dîtine û wiha got: "Min dixwest ez bikarim bibînim û bi rehetî tev bigerim. Lê derfetê min nîne, ji ber vê bi vê xeyalê dijîm. Ji zaroktiyê ve pir hevalên min hene. Ez bawerim tu kes bi qasî min hevalên wê tune ne û pir ji min hez dikin. Ji ber ez ji wan û jiyanê hez dikim."
Li gel ku nabîne falan vedike
Meha bi lêv kir ku ew sebra xwe bi vekirina falan tîne û wiha pêde çû: "Min rojekê di xewna xwe de dît ez falan vedikim. Piştre min xwe ceriband û fal vekir. Fala min ya yekem ew bû ku zarokê malbatek leşkerbû. Ji malbata wî re gotibûn ku hatiye kuştin, lê min di fala wî de dît ku ew sax e û dê were. Piştî wê agahî ji malbata wî re hat ku ew baş e. Malbata wî hatin ba min û ji kêfxweşiyê diyarî dane min. Dema falê vedikim hest û hîsê min jî dikeve tevgerê. Yanî hîs dikim tiştên ku çêbibin. Ez bi tizbiyê fal vedikim. Nizanim heya niha min çiqas fal vekirine, lê kesên ez ji wan re fal mêze dikim, kêfxweşin ji tiştên ez dibêjim. Di esas de baweriya min bi falan nayê, lê dîsa jî pir kes hene tên û dixwazin. Ez jî dilê wan naşikênim."
'Her tişt bi vîna mirov ve girêdaye'
Mehayê da zanîn ku, îradeyê her mirovek bi hêze û wiha domand: "Her tişt bi vîna mirov ve girêdayî ye, dema îrade hebe tu pirsgirêk tune ye. Ez karê xwe dikim, bi xwe pêdiviyên xwe pêk tînim, têm û diçim. Ez her kuca malê dinasim. Lê li derve nikarim ji ber nas nakim."
Mehayê anî ziman ku, dema rejîma Baasê êrîşê taxê wan kiriye ew li ji malê derneketiye û wiha pêl da axaftina xwe: "Êvara wê rojê, ji tirsan ez ranezam. Şerên dijwar çêbû, lê rê nebû em ji wir derkevin. Roja din şervanan hatin û em ji wir derxistin." Mehayê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên alîkariya mirovan û xêrxazan kir ku alîkariya wê bikin ku karibe jiyana xwe ronî bike.
(en/rc)