Elmas rojên xwe yên dawî de dixwaze huzurê bibîne
09:10
JINHA
WAN- Li gundê Altindere ya Bahçesarayê jina bi navê Elmas Kandemîr ya 100 salî diyar kir ku bêriya huzura jiyana xwe ya berê dike û got hêvî dike demildest ji vê pêvajoya şer derkevin.
Elmas Kandemîr ya 100 salî ku li gundê Altindere ya Bahçesarayê dijî wek dîroka dijiye. Elman heta niha ji gundê xwe qet derneketiye û heta niha şahidiya gelek pêvajoyê kiriye. Elmas tevî hemû zor û zehmetiyên jiyanê ken ji rûyê wê kêm nabe.
Elmas di 15 saliya xwe de bi kurê apê xwe re dizewice û got: "Dema zewicim zarok bûm. Min karên giran kir. Min her cureyê karê derve dikir. Ez bûm berîvan. Me gîha diçinî. Me penîr û mast çêdikir. Dema me de teknolojî evqas pêş neketibû. Me şîr û mastê xwe di nava berfê de vedişart."
Elmasê diyar kir ku berê bi şev li zozanan radizan lê niha nekarin biçin û got mirov ditirsin. Elmasê got: "Em nirxa xaka xwe nizanin. Berê jiyan hebû. Berjewendî tinebû. Me nirx dida mirovan."
Elmasê di dawiya jiyana xwe de got wê gelek bêriya jiyana xwe ya berê kiriye û got: "Berê her tiştê me tinebû lê em kêfxweş bûn. Me ji bo xakê şer nedikir. Niha bi sedan kes dimrin. Çawa şer hat huzur jî çû. Gund hatin valakirin. Mirov hatin koçberkirin. Huzura me nema. Jiyana me ji destê me girtin. Ew rojên bi huzur neman. Em huzurê dixwazim."
(db/hu)