Ji Leyla Nisêbînê: Nebin sî bes e
09:16
JINHA
MÊRDÎN -Ev saleke li Nisêbînê cejn tine. Jinan got ew li nava van xaniyên xerabe ku dewletê hilweşandine cejnê pîroz nakin û ji bo gotinên serokwezîr yên wekê 'ezê avahiyan çêbikim' jî gotin 'nebe sî em tiştek din naxwazin'.
Li Nisêbînê welatiyên bi zorê hatin koçberkirin û xaka xwe terk nekirin, vedigerin bajarê xerabe. Leyla Kiliç 4 meh şûnde di cejnê de vegeriya Nisêbînê. Leyla ku rewşa mala xwe ya li taxa Firatê nizane, di bereqeya ku ava kiriye de hewl dide xaniyê xwe ji nûve çêbike.
Bertek nîşan da
Leylayê li taxa Grnawas kon veda û di cejna Qurbanê de jî dixebite. Leylayê got ev saleke ji wan re cejn tine û bertek nîşanê sozên dewletê yên wekê 'Em avahiyan çêdikin' dan. Leylayê diyar kir ku bila serokwezîr Bînalî Yildirim nebe sî, em tiştekî naxwazin û got: "Bila dest nede malên me, taxa me em tiştekî naxwazin. Dibêjin ku emê xaniyên çêbikin. Em dikarin xaniyan ji xwe re çêbikin. Çawa me kon veda em jiyan emê xaniyên xwe jî tamîr bikin."
'Em piştevaniyê dipên'
Leylayê wiha got: "Dema qedexeyê destpê kir em hatin Mêrdînê. Qedexe rabû em çûn Nisêbînê. Mala me li taxa Firatê bû. Me li taxa Grnawas kon veda. 4 zarokên min hene. Em bi malbata hevjînê min re 9 kes li kon dijîn. Zivistan nêz bûye û em li bende piştevaniyê ne."
(ea/hu)