Jin li dijî sermaya Serhedê xwe amade dikin

09:10

Dilan Babat / JINHA

WAN - Li Wana ku zivistan dijwar derbas dibe de, jin sebzeyên li baxçeyên xwe gihandine hişk dikin û amadekariya zivistanê dikin. konseryên ji zivistanê bi hezkirin tê xwarin jî di beroşan de tê kelandin.

Piştî mehên havînê bi dawî bûn, li Wanê amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Jin sebzeyên hişk û fêkiyên li marketan tercih nakin û sebze û fêkiyên li baxçeyên xwe gîhandine li ser banên xwe an jî şaneşînên xwe hişk dikin û ji bo zivistanê amadekariyê dikin. Nerîman Koç ya amadekariyan berdewam dike got: "Li baxçeyê min mişmiş hene. Em berhev dikin û hişk dikin. piştre em mişmişên xwe zivistanê di şîv, şîranî û xoşafê de bikar tînin. Dema em bixwazin li ber çayê jî dixwin.

'Me ji tinebûnê hebûn afirand'

Nerîmanê destnîşan kir ku fêkiyên li baxçe tê gîhandin hem xwezayîne û hem jî bi tenduristin û wiha got: "Me ji dayikên xwe hîn kir. Em ji tinebûnê hebûnê diafirînin. Ji ber vê em jî vê kevneşopiyê didomînin."

'Em bi îlonê re dest bi amadekariyan dikin'

Halîme Palayikê jî bi lêv kir ku ew fasule, xiyar, firîngî, balcan, îsot, mişmiş û sêvan li baxçeyên xwe diçînin û got bi meha îlonê re dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Halîme ku sêv û mişmişan ji bo xoşafê hişk dike, got ew bi salane sebze û fêkiyên baxçeyên xwe hişk dike."

'Tevî qedexeyê em çûn zozanan'

Halîmeyê anî ziman ku tevî îsal qedexe hebûye jî di mehên biharê de çûye zozanan û got: "Çiyayên me pir bereketin. Li çiya çi gîhayî bixwazî heye. Em bi komek jin re çûn me gîhayên xwe berhev kirin. Êdî wek berê li zozanên me gîhan tine. Wek berê xweza nemaye. Di encama bombebarana dewletê de tine bûne."

Halîme dîsa bi îsot û firingiyên baxçeyên xwe konserfeyan çêdike û di beroşa mezin de dikelîne.

'Tehma sebzeyên marketan tine'

Husna Bayikê got wê amadekariyên zivistanê ji dayika xwe hîn kiriye û got li Wanê zivistan sar û dirêje û wiha got: " Ji ber vê em sebzeyên organîk li cihek din nabînin. Tehma sebzeyên marketê tine. Lê hem tehma sebezeyên baxçeyê me xweşe û hem jî bi tenduriste. Em bi salane wisa dikin. em dest ji van tehman bernadin."

(dc/hu)