Koçer li hemberî hemû êrîşan çanda xwe didin jiyandin
09:07
Hulya Okalîn/JINHA
ŞIRNEX – Koçerên ku li çiyayên Kurdistanê zozantiyê dikin, li hemberî hemû êrîş û bombeyan çanda xwe ya koçeriyê didin meşandin.
Li çiyayên Kurdistanê Koçer di bin siya êrîşên bombeyên hêza dewletê de derdikevin zozanan. Bi pêvajoya çareseriya pirgirêka kurd ku di 21’ê Adara 2013’an de ji aliyê Rêveberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin, koçer carekdin bi dilgeşî vegeriyan zozanên xwe û li çiyan konên xwe vedan. Bi destpêka pêvajoya şer re dewleta tirk her roj çiyayên Kurdistanê bombe dike û çiya tên şewîtandin. Koçerên ku li çiyayên derdora navçeya Elkê ya Şİrnexê ku konên xwe lê danîne û zozantiyê dikin jî ji bombeyan bi bandor dibin û nikarin bi aramî zozantiyê bikin.
Koçer çanda xwe ya zozantiyê berdewam dikin
Koçer li hemberî hemû êrîş û gefan dev ji çanda xwe bernadin û zozantiya xwe bi her awayî berdewam dikin. Koçerên ku li gundê navçeya Elkê ya Şirnexê dijîn û yên ji bajarên din tên jiyana xwe li zozanan derbas dikin. Koçerên ku debariya xwe bi ajaltiyê dikin her sal bi hatina demsalê re berên xwe didin çiyayên Kurdistanê û li gorî demsalan tevdigerin.
Koçer li çiyayên bilind zozantiyê dikin
Koçerên ku zivistanan li gundan diminin bi destpêka biharî re berên xwe didin çiyan û konên xwe di qûntarên çiyan de vedidin û ji nîvê gulanê pêve jî, li çiyayên bilind zozantiya xwe berdewam dikin. Koçer li zozan bi hilberin ku ji ajalan bi dest dixin debariya xwe pêtînin û ev hilberînên wek şîr û penîr li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê tên firotin.
Karî giran li ser milê jinan e
Li zozan karê herî giran disa wek li her qadê jiyanê li ser milê jinan e. Jinên Koçer ji nimêjê ve radibin û dest bi kar û xebatên zozantiyê dikin. Çawa zilamên li wir bi ajalan re mijûr dibin û şîvantiyê dikin di heman demê de jin jî bêrîvaniyê dikin û karê zozantiyê herî zêde li ser milê jinan tê meşandin. Dema ku pêz ji çêrê tê jin mîhan didoşin û şîrê wan dixin stîlan û piştre firşikê xwe diavejin navê. Wextê ku firşikê wan girt, ew qenc diguvaşin û duv re jî dikin penîr. Jin wê penîrê dixin nav suravkê û piştre jî penîrên tulum çêdikin.
Ji ber bomeyan nikarin pêzên xwe bidin çêrandin
Şîvanên li zozanan jî di serê sibê de keriyên pez derdixe çiyayên bilind û diçêrîne. Ber bi nîvro ve jî keriyê xwe tîne ber avê û ajalên xwe av didin. Li mixabin ku Şîvan ji ber êrîşên bombeyî nikarin kêriyê pezê xwe ji konên lê diminin dur bikin. Lewra hilberînên ku dixwazin nikarin bidest bixin. Jinên bêrîvan jî li aliyekî pezê xwe didioşin û penîrê çêdikin û li aliyekê din jî hemû kar û pêdiviyên konên xwe pêktînin. Jin taştê, xwarina nîvro û êvarê li ser kuçeyan agir pêdixin û xwarina xwe dipêjîn.
Koçerên li zozanan destnîşan kirin ku bi hatina demsala zîvistanê re dê berê xwe bidin gund û bajaran û heya demsalek din dê carekdin vegerin zozanên xwe.
(zt)