Nergîz ji bo debara xwe pêk bîne li kar digere
09:20
JINHA
AMED - Nergîz Hayat ya ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta aborî tê, ji ber kar nabîn nikare zarokên xwe xwedî bike. Nergîzê diyar kir ku, hêviya wê tenê xebatek dîtine û banga piştevaniyê li jinan kir.
Ji ber zîhniyeta desthilatdariyê, jin di nava çar dîwaran de tê girtin û tevahî qadên jiyanê lê tên qedexe kirin. Bi milyonan jin ji ber nikarin aboriya xwe pêk bînin, ji aliyê hevjîn, bav û bira ve rastî şîdetê tên. Yek ji van jinan Nergîz Hayat ya ku li navçeya Sûra Amedê dijiye. Nergîzê her roj ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta aborî tê. Ji pereyê ku hevjînê Nergîzê qezenç dike ne zarok ne jî ew dikarin sûdê werbigrin. Nergîzê diyar kir ku, 11'e salin ew zewiciye û her dem hevjînê wê aboriya malê pêşwazî dike û got ku ew dixwaze aboriya xwe bi xwe pêşwazî bike
'Ez dixwazim li ser lingê xwe bisekinim'
Nergîzê da zanîn ku, ew her dem ji bo xwe karek geriye lê nediye û wiha axivî: "Tevî zarokê xwe xwarinê ku em dixwin jî bi zorê peyda dikin. Ez dixwazim li ser lingê xwe bisekinim û mûhtacê tu kesî nebim." Nergîzê her wiha bi lêv kir ku hêviya wê ji jinan tenê piştevaniye û wiha pêde çû: "Ez tenê dixwazim xebatek bibînim û bixebitim. Ez hêvî dikim jin di wê mijarê de alîkariyê bidin min. Bêy ku muhtacê kes bimînim dixwazim bixebitim û aboriya xwe pêk bînim."
(mm/rc)