Xwîşkên astengdarên dîtinê li benda alîkariya berpirsyarane

09:35

Vildan Atmaca-Hatîce Kaya / JINHA

MÛŞ-Li navçeya Gimgim Mûşê xwîşkên bi navê Sevda û Songul Bîngol ên ku astengdarên dîtinê ne ji ber astengiyên xwe nikarin derbikevin berderî û behnek paqij bigirin. Xwîşkan bang li xêrxwaz û berpirsyaran kirin ku ji bo jiyanek xweş destê xwe dirêjî wan bikin.

Li navçeya Gimgima Mûşê li taxa Xoşanê xwîşkên bi navê Sevda Bîngol (43) û Songul Bîngol (30) astengdarên dîtinê ne û ligel wê rewşa xwe têkoşîna jiyanê didin. Astengdariya wan ji ber zewaca xizman derketiye holê û ji wan 5 xuşk û birayên malbatê de 3 kes ji wan astengdarên dîtinê ne. Jİ van xuşkan a bi navê Sevda heya 6 saliya xwe dîtiye û piştre jî çavên wê kor dibin û êdî nema dibine. Her wiha xuşka bi navê Songul jî mina xûşka xwe piştî bi demekê kor dibe û nema dibine. Cihê ku ev xwiş jiyana xwe lê berdewam dikin jî di warê erdnîgariyê de ne baş e. Her wiha xwîşkan diyarkirin ku tu alîkarî ji bo wan nayê kirin û bang li berpirsyaran kirin ku daxwaza wan ew e ku ji hundirê malê karibin derbikevin û tevli jiyanê bibin.

Pitî ku temenê wê bû 6 sal çavên wê nema dîtin û kor bû

Xwîşka mezin Sevda Bîngol a ku 43 salî ye diyarkir ku, ew ji 6 saliya xwe de nabîne û wiha axivî: “ Sedema nedîtina me ji ber zewaca xizman derdikeve holê. Di malê de xwîşk û birayê min jî wek min astengdarên dîtinê ne. Em zarokbûn, dê û bavê me em birin nexweşxaneyê. Bijîşkan ji bo me got ‘hûn dereng mane, ger hûn zûtir hatibûna nexweşxaneyê we dê dîtibûna’ û em şandin malê.”

‘Em her tim li malê ne û ji ber ku em nabînin tendûrîstaye me jî xira dibe’

Sevdayê anî ziman ku temenê bavê wê her çiqas mezin e jî bi wan re alîkar dibe û wiha berdewam kir: “Em nikarin tenê biçin deriyê malê. Em hemû karê mala xwe dikin ji ber ku me hemû tiştên nava malê jiber kirine. Em bi serê xwe pêdiviyên xwe pêk tînin. Dema ku em ciwan bûn li gorî niha me baş didît lê mixabin niha em tenê roj û şevê ferq dikin. Piştî ku temenê me mezin bû vê carê nexweşiyên me yên cuda jî derketin holê. Em nikarin derdikevin û kîloyên me zede bûne. Her wiha astengdariya nedîtinê bandorê li ser tenduristiya me jî dike. Em car caran bi alîkariya bav û birayê xwe derdikevin kolanê û piçekî bêhnê distînin. Ger ku alîkarî bi me re neye kirin em nikarin wê jî bikin.”

‘Cihê mala me ji bo me ne cuncave’

Sevdayê destnîşan kir ku, cihê lê dijîn ji aliyê erdnigariyê ve ji bo wan ne guncav e û ev tişt anî ziman: “ Em ji ber astengiya xwe nikarin derbikevin. Gelek komale rewşa me dizanîn. Lê mixabin tiştek nehat kirin. Taxa me ji bo astengdarên dîtinê baş nîne. Carekê ez bi serê xwe derketim, min lingê xwe felişand û êdî nikarim tenê derbikevim kolanê. Dibê ji bo me qadeke rast hebe. Ji bo ku em karibin lê bigerin û bêhneke paqij bigirin. Ji ber vê em bang li kesên hestiyar dikin ku bi me re bibin alîkar”

‘Xeyala min a mezin ew e ku ez biçim dibistanê’

Songul Bîngol a 30 salî jî astengdara dîtinê diyarkir ku, xeyala wê ya herî mezin ew e ku biçe dibistana astengdarên dîtinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cihê ku em lê dijîn tu îmkanên me tüne ne. Ji ber ku ji bêîmkanî min dibistan nexwend ev kêmasî her di dilê min de ma. Ji ber wê em niha dixwazin biçin dibistana astengdaran.”

(mk)