Jin tevî hilweşînan hilberînên keda destê xwe difroşin

09:39

EDENE- Jinên ku l dijî şaredariya Seyhanê berxwe didin ku tezgahên ku bi salane ava kirine xera nekin têdikoşin, hilberînên keda destê xwe difroşin.

Kolana Çandê ya Ahmet Kalfa li sûka navçeya Seyhan a Edenê ye. Şaredariya CHP’ê ya Seyhanê ji bo jin bo hilberînên keda destê xwe bifroşin tezgah tahsîs kiribûn. Lê ev demeke rakirina bazarê di rojevê de ye. tevî vê biryarê jin firotina hilberînên xwe yên bi destan çêkirine difroşin. Yek ji jinên kedkar Sultan Doner 65 saliye û bi salane hilberînên bi destan çê dike difroşe. Sultanê diyar kir ku biryara hilweşandinê nekare wan têk bibe û got ew wê firotina hilberînan berdewam bike.

‘Em wek jin bi dorveger dixebitin’

Sultanê destnîşan kir ku hilberînên ew çêdikin ji yên fabrîkayê gelek bi kalîtetirin û ev tişt anîn ziman: “Muşteriyên me gelek diecibînin. Ne wek yên fabrîkayê ne. Em jin bi dorveger dixebitin. Em hefteyê sê rojan dikarin vebikin. Em li malê karê xwe dikin. tiştên ez çêdikim tînim vir difroşim.”

‘Jinên aboriya wan xurt bin ew jî xurtin’

Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî şert û mercên hewaya sar gelek ji karê xwe hez dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em sibehan zû tên vir. Em debara xwe ji vir dikin. Ji cihekî din hatina me tine. Em naxwazin hewcedarê kesî bin. Jinên aboriya wan xurt bin ew jî xurtin.”