Bi rihê 8’ê Adarê têkoşîna jinên Suryanî mezin bûye

09:37

MÊRDÎN- Jinên Suryanî yên bi fikra pîrozkirina 8’ê Adarê derketin rê, bi sedan jin tevlî çalakiya wan bûn û têkoşîna wan veguherî Komeleya Jinan a Suryanî. Jinên Suyanî li ser axa Turabdîn her diçin mezin dibin.

Komeleya Jinan a Suryanî (SURKADÎM) li Mîdyatê ji 2015’an de xebatan dimeşîne. Cigira Seroka Komeleya Jinan a Suryanî Teodora Ozdemîr têkildarî xebatên komeleyê de axivî.

‘Hewcedariya me bi komeleyê hebû’

Teodora Ozdemîr ku 38 sal li Ewropayê jiya û piştre vegeriya gundê xwe yê Mîdyatê, diyar kir ku li Ewropayê komeleyên Suryaniyan û bi taybet jî yên jinên Suryanî hene û wiha pê de çû: “Li Turabdînê heta niha ti xebatên jinan nehatiye meşandin. Me xwest em bi jina re xebatan bimeşînin. Di çarçoveya projeya bi piştgiriya Ewropayê re me Navenda Jinan a Suryanî ava kir. Piştî xebatên me encamên baş dan me biryara komelebûnê da û me di 2015’an de komeleya xwe li Mîdyatê ava kir. Hewcedariya me jinên Suryanî bi komeleyekê hebû. Wek xebatek biçûk dest pê kir û mezin bû.”

‘8’ê Adarê çalakiya me ya yekemîn û destpêk bû’

Teodorayê ev tişt anî ziman: “Fikra xebat û komelebûnê di 8’ê Adara 2013’an de ket jiyanê. Pîrozbahiya 8’ê Adarê yekemîn çalakiya me bû û di heman demê de destpêkek bû. me wek jinên Suryanî pîrozbahiya 8’ê Adarê pêşniyar kir. Me got wê kes neyê. Lê bi sedan jin tevlî bûn û em bi ser ketin.”

Teodorayê bi lêv kir ku xebatên komeleyê bi herêma Turabdînê sînore lê hedef dikin ku li Tirkiyeyê belav bikin, li ku derê jinek Suryanî hebe em dixwazin li wir xebatê bimeşînin. Em li komeleyê xebatê huner û karên destan yên çana Suryanî dimeşînin. Ji 70’ê zêdetir endamên komeleyê hene. Her kes ji alî xwe de piştgiriyê dide. Me qursên reqs, koro, şano, voleybol, ger û ji bo zarokan lîstin pêk anîn.

Teodorayê di dawiya axaftina xwe de projeyek ku portreyên jinên suryanî plan dikin.