Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Te got namûs?

Kadının Kaleminden
Tebax 22 / 2016


 

 
Yildiz Gültekin
 
Wîîî, ca min berdin, ez herim ew zimanê ku li ser namûsê xeber dide, hema ji kokê de bibirim û bavêjim newalan… Min gava dinê li ser televîzyonê dîmenek dît, mêrikekî rûreş, ji hinek rûreşên din dipirsin; “Ji bo we gelo namûs çî ye?”.
 
Her yek li gorî xwe tiştekî dibêjin, bersîvên cur bi cur, hinek bersîvên qet ne hatine fikirandin, hinek jî (piranî mêr) bersîvên wan tu dibê qey li ser navê hemu kesan xeber didin. Yek dibêje; namûs, ji bo min tiştekî din e. Wexta vê gotinê dibêje, çavên xwe li der û dora xwe digerîne ku qaşo ez xwediyê namûseke wisa me.
Yekî din dibêje; Binêr birê min; ez şofêr im, diçim riyên dûr, gava ku ez derdikevim ser riyan, eva jina hanê li mal bende min bisekine; li zarokan binêre, serê xwe ji qula xanî dernexe, qet neçe li ber pencereyê jî nesekine, ez çi bidim wê, ew jê razî be, niha li pêşberî we namûsa min, ango jina herî binamûs ev e.
Yekî din dibêje; namûs, jina ku ez ji xwe re bixwazim, dibê serê wê girtî be, kirasê wê  dirêj be, di bin ew dêrê dirêj de jî derpiyek dirêj li xwe ke, ew namûs e. yekî din dibêje; namûsa diya min, xwîska min, buka min, pîrika min ji min tê pirsîn, gava ku vê xeberdanê dike, tu dibê qey ew jî dîkê li ser kulîkê biniya malê ye.
 
Di nav van de ewqas mirovên eletewş hene ku, çawa ji xwe re dibêjin ez mêr im, ez jî nizanim. Lê bila kesek li qisûra min nenêre, gotinên min ne ji bo hemû kesan e, gotinên min ji bona eletewşan in. Ew jî kêmaqil û nezan in, di mêjiyê wan de peyva namûsê tenê li ser şexsiyeta jinê tê dîtin, ji bona wan jin heger ser girtî, cilên wan dirêj, di bin wan cilan de jî derpiyên dirêj li xwe kin, ew pir binamûs in. Yên ku cilên dirêj li xwe nekin, serê wan vekirî be, derpiyên dirêj di bin delingê wan de tune be, ew jî bênamûs in. Ev hemû gotin, min bi guhên xwe bihîstin û bi çavên xwe dîtin. Ez ê çawa hêrs nebim, ka kê/kîjan aqil û ruh me bi vê belengaziya hinek mêrên nezan re rûbirû dihêle.
 
Ewqas mêran pirsîn, hemû jî gotinên wan nêzî hev bûn, di nav wan de tenê du heb camêran gotin; Heyran, ev çi pirsên bê feyde ne hûn ji me dipirsin, dema van pirsan nîn e, jin û mêr li gorî fikra min wekî hev in, yek ji yekî zêdetir an jî kêmtir nîn e, herin ji xwe re pirsên din, ên di nav jiyanê de bibînin, got û pişta xwe pêda kirin.
 
Niha xwezî Qirix (Dogan Guzel û hevalên wî yên rojnamevan) ne girtî bûna, min ê ji Qirix re bigota; hela ka birê min, tu dikarî ji bona xatirê min û xatirê hemû jinan wêneyekê/î xêz bikî li ser namûsê! Ka ji min re bêje Qirix li ser van gotinên eletewş çi difikire! Xwezî min karibûya ew wêneyên di ber çavên min re diçin û tên xêz bikirana. Min ê bigota; “Ka aqil!”.
 
Gelo hûn dikarin weke jinekê jiyan bikin, hûn dikarin zarokan bînin û xwedî bikin, hûn dikarin weke jinekê wisa fireh û bi sebreke mezin jiyanekê ava bikin, gelo hûn dikarin bêyî jinê gavekê bavêjin û bêyî wan bijîn!… Ev gotinên min ne ji bo hemû kesan e, ji bona yên ku bêaqil in. Ka aqil!..
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin