Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Keştiya me

Kadının Kaleminden
Tebax 22 / 2016


 

 
Mizgîn Ronak
 
Tenê çend mînak; “Cenazeyên bîst şervanên leheng ên şehîdên Minbicê hatin veşartin…” “Li Qamişloyê hejmara şehîdan ji pêncî derbas bû.” Navê şehîdên Cizîra Botan…” Yanî rêzenavên bêdawî, şînmorîkên li stûyê xembariya jiyanê. Tew şehîdên ku îsal bênav û nîşan man û piştî demên dirêj wisa bênav hatin veşartin, qesra jiyanê ji binî ve hilweşandin.
 
Di wan tirbên bênav de çi û kî veşartî ye? Kes nizane… Lew keştiyek bi rê ketiye, keştiya mirina rûmet û berxwedanê. Ev keştî, ji ya Nûh Pêxember mezintir û tijetir e. Tije kuştiyên li ser singa ‘miriyên’ ji me saxtir şîn bûye. Di paceyên wê de keç û law desmalên çîrokên nîvî û gulên nevebûyî dihejînin. Ev keştî, navnîşana me ye. Dinale carna, diqîre, gazî me dike. Carna dibêje: “Li cihê xwe bimînin, em bes in hûn neyên.” Carna jî dibêje: “De ka hûn li ku man, ev mey ji piyala Melayê Cizîrî tê, meya bê destpêk û bêdawî ye. Ger hûn venexwin nabe. Lewre ava tiriyê çîroka we te tevan zûde tevli bûye. De ka werin, ev mey ne dikuje, ne jî serxweş dike, ev mey her tiştê ku dişibe firîna tîrêjên stêrkan dinoşîne…”
 
Keştiyên şehîdan bavanên (yelken) xwe li çar parçeyan, ji çar parçeyan vekiriye. Her çar bager pê re ne, her çar kulîlkên dîl. Em hemû kevirên li bendergehê (lîmanê) ne. Pêlşikênên ku her roj dilê xwe dişikînin jî em in, li dû wan, ji bo wan! Her dem bîst û çar saet bi rê dikeve ev keştî, awaza wê nasekine. Rêwiyên wê yên parçebûyî nefela çarpel dihejînin ji me re. Nefela çarpel, nîşaneya gihîştina mirazê mirazxwazan! Her çar bagerên ku bi bawanên wê re direqisin me dicemidînin. Em tê derdixin ku em ên ji kevir û pêlşikênên keviyên hesretê çêbûne, pêxas û bê kiras in li gola heyatê.
 
Halan û tilîliya ku bi ser keştiya mirov, kurd û zarokên bextewar ketiye li ba me nîn e. Herçî A. Baqî Somer, Eylem Yaşa, Xebat Axtepe û cêwiyên xwe, bi sirûda hilweşandina sînoran wiha dibêjin: “Em wisa firiyan ku me tiştek ji darbestan re nehişt. Dilê me tije ma lê darbest vikîvala man. Bi darbestên vala bawer nekin, valatî bexçeyê giyanê yê veşartî e.
 
Keştî nasekine bi şev jî bi meşale û stêrkan bi rê dikeve. Pêlşikên dilê xwe dişikînin, ew şûşeyên tirsê ne. Di zivistana Cizîra Botan de tiliyek ji berfê bilind dibe. Berfa sor. Berf êdî ne spî ye, bi kulîlkên Mehemedê dengxweş sor e. Bi delaltî û awaza Eylem Gulistanê û bi çavreşiya dotmama min Evîn Aydin (Arjîn Amed) sor e êdî zivistan. Bi lingên henekirî li keştiyê siwar dibe, bi meşa kevokê ya li ser şaxên biharê.
 
Em kevirên lal li bendergehê dimînin, keştî bi rê dikeve. Dilê me xwe hem ji ber xwe, hem jî ji ber pêlan ve li pêlşikan dixe û dişkîne. Dilê keştiyê û rêwiyên wê bi me disoje lê nasekinin nema disekinin. Leza wan heye. Newaya xatirxwestina wan bi ser serê me dikeve. Striyên li şûnaxwemayînê canê me xwînî dikin. Em ne dikarin bêjin neçin ne jî dikarin bêjin em jî tên.
 
Awaz û newaya keştiyê tevî pirsan disekinîne. Keştî diçe, vê carê me bi xwe re nabe. Alên xwe yên rûbeybûn dihejîne, agir bera daristana dilê me dide û diçe. Keştî vê carê me bi xwe re nabe lê rêwiyên wê yên ji xewnameya ezîz û rastiya me ya ji hêsirên çavên bilbil, soz didin, ew ê cara hatî me jî bi xwe re bibin. Oxir be keştiya rûmeta me, em li benda te ne.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin