AKP neyarê jinan e
Kadının Kaleminden
Zaxo Zagros
Bi rastî dema ku mirov ketin û lawaziya di warê etîk û estetîk de dibîne, careke din girîngiya zanista jinan xwe derdixe holê. Bûyera serbazê tirk ê ku li Amedê tecawizê keçên zarok kiriye û ji ber ku parêzerê wî cezayê hindik jê re dixawze, bi hinceta ku qaşo zarokan ev yek xwestine dihêle ku mirov zimanê xwe daqurtîne û matmayî bimîne. Li gorî nêrîna min ger kesên wiha hîn jî karibin ji bo xwe parêzeran bibînin, jixwe ev bi serê xwe sosreteke mezin e.
Ev tenê tiştekî diyar dike, ew jî ew e ku çiqas pergala qaşo ya dadê ya li Tirkiyeyê îflas kiriye û ji exlaq dûr e. Ji ber ku hiqûq di bingeha xwe de, dema ku dewlet bi pêş ket ji bo mafê dewletê di mêtinkariya li hemberî hemwelatiyan, mafê mêr li hemberî jinan, mafên zengînan li hemberî xizanan biparêze hatiye damezirandin û her ku çûye exlaq lawaz bûye û hiqûq xurt bûye.
Lewma yek ji mijarên bingehîn ên ku Jinoelojî yanî zanista jinan li ser radiweste û dixwaze rastiya wê derxe holê têkiliya di navbera pergala hiqûq- desthilatdariya mêr û azadî- etîk de ye. Ji ber ku di vê der barê de tevliheviyeke mezin heye, pêwîst e bê sererastkirin û bi çavên jinan, bi nêrîneke jineolojîk bê şîrovekirin. Tê zanîn ku etîk yanî exlaq yek ji taybetmendiyên sereke yên civaka xwezayî ye. Ger civaka xwezayî heta niha jî di hişmendiya mirovatiyê de mîna serdema buhiştê tê dîtin, di serî de bi aliyê wê yê etîk ve girêdayî ye. Di civakekê de ger exlaq lawaz bibe ew civak ber bi tunebûnê ve diçe, her wiha dibe mîna hovan û hev dixwe,tu pîvan namîne û qanûnên daristanê dikevin meriyetê, yanî yên xurt ên lawaz dixwin.
Dema em li pergala dadê ya li Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku dijberî jinan e. Qanûnên ku hatine diyakirin ne ji bo parastina dada civakî ne, ji bo parastina mêr hatine sazkirin. Lewma jî jina ku xwe diparêze bi cezayê muebed tê cezakirin, mêrê ku dest avêtiye bi dehan jinan jî tawana wî tê sivikirin û dîsa tawanbar jin e. Çawa ku di dîroka baviksalariyê de jin Îblîs e, jin pîreboke, jin gemarî ye, jin herdem mêr sor dike, dadwerên AKP’ê jî wiha nêzî jinan dibin. Jixwe qanûnên Tirkiyeyê tenê li gorî mêr hatine sazkirin lê ev pergala antî dad, antî jin, antî zarok di dema AKP’ê de gihîşt lûtkeyê. Di van 12 salên ku AKP li ser desthilatdariyê ye komkujiyên jinan çêbûn, bi hezaran jin hatin kuştin, lêdan xwarin, bi destdirêjiyê rû bi rû man, hatin şewitandin lê kujerên wan bi cezayê biçûk re hatin dadgehkirin an jî hatin berdan . Lewma mirov dikare bibêje AKP dijminê jinan e.
Jinan mîna amûran bi kar tîne û ev jî bêexlaqiya herî mezin e. Li gorî nêrîna min êdî maskeyê AKP’ê ketiye û diyar bû ku jin ji bo wan diyarde ye, lewma dem hatiye ku jin vê rastiyê bizanin û helwest bigirin. Divê jin bizanin ku kujerên wan ne tenê bavê wan, birayên wan, qaşo evîndarên wan û paşverûtiya mêr e. Divê bizanin ku di heman demê de pergala hiqûqa mêr e û desthilatên ku wê diparêzin e. Lewma divê em kujerên xwe baş bizanin da ku em bi awayekî rast li hemberî wan têbikoşin. Niha jî kujer desthilatdariya AKP’ê ye.
Çavkanî Azadiya Welat