Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Frekansa Azadiyê Dogu Radyo

Kadının Kaleminden
Cotmeh 16 / 2016



 
 
Leyla Ayaz
 
 
Weşana Dogu Radyoyê di sala 2014’dan de bi diruşma “Frekansa Azadiyê” formata xwe ya weşanê guhert. Ji muzîkê bigirin heta wêjeyê, ji çand û hunerê heya polîtîkayê hemû mijar di bernameyen radyoyê de cihê xwe digirt. Bi muzîkên kurdî û tirkî em bûn mêvanên dilê muzîk hezan. Bi muzîkên gelerî ên cihanê jî me sînorên ku di nava civakê de hatibûn avakirin ji holê rakir. Her wiha bi kurdî û tirkî nûçeyên rast, lezgîn û bê alî jî bûn navnîşana şêniyên Waniyan. Bi bernameyên xwe yên ciherêng bûn deng, qêrîn û hawara jin, ciwan, pîr û kalan.
 
 
Piştî îlankirina OHAL û bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de gelek ekranên televîzyonan hat tarîkirin û radyo ji hatin bê dengkirin. Yek ji van Dogu Radyo bû. Radyo bi weşana xwe bandorek li ser gelên Wanê hiştibû. Di demeke kurt de bi klamên xwe û bernameyên xwe di nava radyoyên din ên Wanê de di rêza yekem de cih xwe girt. Radyo ne tenê li navenda Wanê li gelek navçeyên Wanê jî dihat guhdahkirin her wiha li ser internetê jî weşana xwe dikir. Li gel her tim pirsirêkên teknîkî derdiket holê ji dîsa jî dibû dengê bê dengan. Lê lêgerîna me ya weşaneke bi qelîte her tim dom dikir. Dogu Radyo heta niha ji hêla RTUK’ê ve nehat hişyarkirin, cezayek nehat dayîn û nehat kontrolkirin. Lê belê pirsgirêkên ku di hêla teknîki derdiket ku ev jî nîşaneya mudaxeleya derve bû, ev jî rêbazek bû ku dengê me dihat birîn. Dema ku ekranên Van TV’yê hat tarikirin û deriyê wê jî hat mohrkirin, dengê Dogu Radyoyê jî hat qutkirin, studyo hat mohrkirin û dest danîn ser amûrên radyoyê jî.  
 
 
Xebatkarên radyo û tv yê li hember ve bê hiquqiyê dest bi lêgerîna mafê xwezayî yê agahî girtinê kirin.  Bi xwezayî xebatkar li dora avahiya radyo û tv yê cîviyan û dest bi nobetê kirin.  Ji bo xebatkaran nobet; nobeta rojnamegeriyê, nobeta heq û edeletê, nobeta mafê agahî girtinê bû. Ji ber vê sedemê roja destpêke heya îro jî ev lêgerîna me dom kir. Li gorî her xebatkarê ku dixebitin mekan ne girîng bû. Nûçegihan nûçeyên xwe çêkir, hin xebatkar dimên xwe amadekir, hin xebatkar jî bi mêvanên ku dihatin re mijûl dibûn. Wekî ku li avahiyê çawa kar dihat meşandin li cihê nobetê jî kar dihat kirin. Bi wî rengî jî dengê ku hatî qut kirin bi rêbazên cûda, bi riya medyaya civakî xwe gihand guhdar û têmaşêvanên xwe.
 
 
Di pêvajoya nobetê de gelek saziyên sivîl, partiyên siyasi ên Wanê û bi taybetî jî şêniyên taxê me bi tenê nehiştin. Ji ber ku em dengê civakê bûn ciwaka ku heta niha bê deng hatî hiştin bûn. Em ne tenê dengê Wanê bûn dengê hemû gelên ku li herêmê dijîn bûn.
 
 
Belê bi dehan kes li radyo û tv yê dixebitin û piştî wî rewşê niha bê kar man. Her xebatkarek berpirsiyariyeke wan a di nava malbatî de hebû. Lê belê berpirsiyariya xebatkaran di nobetê de derket holê ku berpirsiyarî  ne tenê malbatî ye berpirsiyarî ciwakbûn, xwedî derketina pîşeyî, lêgerîna heq û hiqûqiye.