Vejîna bîranînan
Kadının Kaleminden
Dîlan Aydin
Bîranîn carna bi qasê ‘niha’ nêzî te ne. Çawa ku dema tu tê de dijî her tişt li ber çavên te ye, her tiştî dibihîsî; bîranîn jî bi heman rengî li ber çavên te, di guhên de de û wekî ‘siya’ te bi te re ne.
Bîranîn warekî dûr, bênavnîşan, jidestçûyî lê heta tu bibêjî zindî ne. Tevî ku êdî demên ‘çûyî’ ne jî gelek caran bandorên mezin li ser raman û hestên te dihêlin. Tu çi dikî bi te re ne, bi dîmenên tu dibînî re ne, bi bêhna tu dikişînî re ne, bi dengên tu dibihîsî re bi te re dimeşin. Carna ev bihevrebûn, dibe sedema dûrbûna ji ‘niha’ carna dibe pira di navbera duh û îro de, carna jî dibe barekî giran lê divê em bizanibin ku bîranîn di heman demê de vejîn e jî.
Têkiliya bîranînan bi vejînê re dişibe dîmeneke ku li ber çavên te zindî dibe. Mînak: Bi bîranînan dareke hişk şîn bibe, kaniyeke zuha der dibe û miriyek sax dibe. Bi kolandina bîreke avê, çawa ku av der dibe; bi bîranîna gelek roj û mehan, demsal û salên derbasbûyî gelek serpêhatî zindî dibin. Vejîna bîranînan, carna bi xwe re bêhaybûna me ya di gelek mijaran de nîşanî me dide.
Bîranîn ne tenê ji serpêhatiyên te tên der, ji yên kesên din jî tu dikarî gelek tiştan bi bîr bînî. Jixwe ya ku di warê derûnî de te ji sînorê teng ê dema niha, rizgar dike ev e. Ya ku gelek mijar û dîmenan vedijîne bîranîn bi xwe ne.
Helbestvanê kurd Şêrko Bêkes bi helbesta xwe ya bi navê “Bîranîn” têkiliya me û bîranînan, rêwîtiya me û xwezayê ya bi bîranînan re bi van risteyan vedibêje: “Gulê bîranînên xwe nivîsîn/nîvê bîranînan/der barê nêrîna xweşik a avê de bûn/Avê bîranînên xwe nivîsîn/nîvê bîranînan/der barê bejna şox û şeng a daristanê de bûn/Gava ku daristanê jî bîranînên xwe nivîsîn/nîvê bîranînan/der barê axa destgirtî de bûn/Gava ku axa min jî bîranînên xwe nivîsîn/hemû bîranîn/der barê dayika dilovan azadiyê de bûn.” Diyar e ku bîranîn tu carî ji me dûr nîn in. Di rêwîtiya me ya jiyanê de her dem bi me re ne, em berdewamiya wan in.
Her çiqas carna em hinek ji bîranînan dûr bikevin jî ew bîra me ya bêdawî ne. Çavkaniya jiyanê ne û nabe ku werin jibîrkirin. Şêrko Bêkes bi risteyên xwe xwestiye têkiliya hebûnên xwezayî yên ku ji hebûna hev pêk hatine û hev xwedî dikin, bi mînakên balkêş vebêje. Bi van risteyan bîra her tiştî, ya ku bi bîranînan hatiye dagirtin diyar dibe. Riste jî wê bîrê dikolin û ji me re vedibêjin. Bîranîn, gelek caran bi xwe re vejîna bûyerên kevn tînin. Ev bûyer carna xweş, carna jî nexweş in. Lê bi hemû aliyên xwe jî hêja ne. Divê vejîna wan ne wekî xewnereşk, an jî tişteke ne pêwîst, wekî dûrbîna ku em pê li derdora xwe mêze dikin û gelek tiştan dibînin were dîtin. Vejîna bîranînan, ji bo me hem dîtina rastiyê ye, hem jî hişyariya di gelek mijaran de ye. Lewre her çiqas derbas bûbin jî şopên xwe li ser jiyan û derûniya me dihêlin. Dikare were gotin ku bîranîn, dibin sedem em ji koka xwe dûr nekevin, ji zaroktî û ciwaniyê, ji çanda em pê mezin bûne veneqetin. Ger ku em naxwazin ji rastiya xwe dûr bikevin, divê em berê xwe ji bîranînan nezivirînin û heta dawî pêşî li vejîna wan vekin.
Çavkanî Azadiya Welat