Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Sekvan û sarincok

Kadının Kaleminden
Îlon 21 / 2015


 
Mizgîn Ronak
 
Sekvan. Ev gotin û nav çi tîne bîra we gelo? Ku we fîlmê bi navê “Dijmin gihîştiye ber derê” ya behsa berxwedan û serkeftina Stalîngradê dike temaşe kiribe, muheqeq dê Vasîlî Zaîtsew were bîra we jî… Ew sekvanê jîr û gernas, gelek xweş ne sekvaniya faşîstan, a gelan, a mafdar û azadîgeran nîşan dide. Jixwe ha Stalîngrad ha Kobanê, ha Kobanê, ha Farqîn, Gimgim, Sûr û Cizîr! Hemû stêrkên heman karwanê rotayên heman berxwedanê, tacegulên heman serkeftinê ne. Dîsa wêneyê Kobanê yê ku ji hêla wênekêşek Reutersê ve hat kişandin, bû sembola berxwedanê û xelat jî wergirt, ê sekvanek me bû. Wekî teyrê azadiyê li jor Kobanêya hilweşandî lê serfiraz sekinîbû, bi kanasa xwe ya li pişta xwe û pişta xwe ya li kamerayê abîdeya Kurdistan û mirovahiyê bû. Yanî em, li wê fîlmê temaşe bikin, li wî wêneyê mêze bikin û wekî sekvanên azadiyê cihê xwe bigirin.
 
An na dê sekvanên faşîzma AKP’ê wekî Cizîrê li gelek deran jî canê me bistînin û welat di nav xwînê de bihêlin. Lewre sekvanî, di şer û berxwedana bajaran de rêbazeke xweparastinê (yan jî dagirkerî û faşîzmê) ya gelek girîng e. Gelo ku li Cizîrê beriya sekvanên çeteyên Erdogan, ên me cihê xwe li diyarê Mem û Zînê bigirtana dê ewqas kes şehîd biketana? Lazim e em vê pirsê ji bo demên hatî jî bibersivînin û li qadên din bê sekvan nemînin… Em dizanin ku ciwanên Kurdistanê yên wêrek û leheng dikarin bibin dijwartirîn sekvan û beriya ku ew xwînê ji serê kalên 80 salî û zarokan bînin û bi zûrezûra gurên boz û nêçîrvan dilê me parçe parçe bikin, em fermana wan rakin. Çend hefte piştî ku em di kamyonên li ber sînor ên bi sarinc de man, îcar jî li Cizîrê di sarincokên mal û dikanan de em man…
 
Her du berdewama hev in û fikra dijmin a ji bo me nîşan didin. Dijmin dibêje: “Mirina asayî jî liyaqê we nîn e! Hûn nikarin wekî xelkê bimirin û werin veşartin. Hûn liyaqê veşartinê, spartina axê jî nîn in!” Li welatê me ji me re wiha gotin. Ger derfetê bibînin dê dîsa bêjin û bi mêjiyê xwe yê melûn ‘îcadên’ din jî bibînin. Lê ku derfetê bibînin! Herçî em in, wekî ku Cizîra Botan got û da guhdarkirin her ku diçe dijwartir dibin, poşman nabin, poşman dikin, çok naşkînin dagirkeriyê dişkînin. Di darbesta 70 santîmî de dibin robareke dîn û hêrsdar diherikin. Her wiha faşîstan tiştek din jî li zanîna me zêde kirin. Gotin belkî bi wê êrîşê tirsê bixin dilê me lê zanîn zêde bû! Mînak: Sarincok, heta niha tenê alava malê, alava pêjgehê bû. Lê ji niha û pê ve nîşaneya hesta tolhildanê ye. Dê kîjan kurd karibe wekî berê li sarincokan mêze bike? Dê sarinc çawa wehşet û têkçûna faşîzmê û berxwedana Cizîra Botan neynin bîra me? Belê Farqînê jî di vî warî de guhertinek şoreşger pêk anî! Wisa kir ku dijmin neçarê kepçeyên zirxî bû û kepçeya zirxî jî bi roketê bi hewa ket! Kepçeya zirxî jî wekî wesayîtên zirxî bû termê faşîzma qesrel şeytan! Bi kurtasî wateya tiştan diguhere lê dema ku şoreş diguherîne ronî û şêrîn e. Ê wan dibe bela serê wan lê yê me dibe Cizîra Botan û Farqîna Merwaniyan.
 
Ji Azadiya Welat hatiye girtin