Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ji çermê xwe nebin...

Kadının Kaleminden
Îlon 22 / 2015


 
Mamoste Xemrevîn
 
Zimanaznekî çiqas rast gotiye: “Zimanê xelkê cil û bergê mirov e, zimanê dayikê çermê mirov e.” Ji bo ku em ji çermê xwe nebin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta îro qedexekirina çand û zimanên ji bilî tirkî bû sedema windakirina gelek çand û zimanên gelan.
 
Ev mijar tu carî ji rojeva gelên vî welatî derneket. Bi taybetî jî gelê kurd ji bo ku zimanê wan wekî zimanên din ji holê ranebe, têkoşîneke mezin da û hê jî dide. Gelo ji bo çi ev têkoşîn ev qas girîng e? Divê em di serî de ziman çi ye, careke din bi bîr bixin: Ziman, amûra îfadekirina hest û ramanên mirov a bi peyv, sembol û tevgeran e. Ziman ji aliyekê ve çanda gelekî xwedî dike, ji aliyekê ve jî bi çandê, xwe xurt dike. Ji ber ku ziman mîrateya çandê ye, civak bi ziman û nirxên xwe yên çandî xwe digihînin nifşên pêşerojê. Ji ber ku neteweyek bi zimanê xwe dibe netewe, hemû netewe mijara ziman wekî xala sereke digirin û pergala xwe li gorî wê dadimezirînin. Ev yek jî bi pergala perwerdeyê tê xurtkirin.
 
Em dizanin ku perwerde pêvajoya hînbûna liv û tevgera mirov a ji dayikbûnê heta dawîya emrê xwe ye. Perwerde ji malbatê dest pê dike, bi hawirdor, dibistan û civakê didome. Mirov tiştên baş û yên nebaş ji der û dora xwe û ji dibistanê fêr dibin û di jiyana xwe de van tiştan bi kar tînin.
Zanyar perwerdeyê dikin du beşan: Perwerdeya berê dibistanê; ev perwerde ya ku mirov ji malbat û civaka der û dora xwe digire ye û perwerdeya li dibistanê; ev jî tiştên ku li dibistanê bi xwendin û nivîsandinê tê ferbûn e.
 
Zarok di destpêkê de zimanê zikmakî bi awayekî xwezayî ji dayik, malbat û civakê hîn dibin. Ji bo vê jî zimanê zikmakî ne tenê zimanê ku dayik diaxive ye. Ev ziman bi çand û hawirdora ku mirov di nav de dijî ve jî girêdayî ye. Di encamên lêkolînên ku hatine kirin de; heke ziman û çandeke serdest di jiyana zarokan de hebin, tê gotin ku zarok wan fêr dibin û dibin zarokên yek zimanî û çandî. Pêre ziman û çanda xwe winda dikin û perwerdeya ku zarok berê dibistanê digire jî hêdî hêdî ji holê radibe. Zarokek heta ku biçe dibistanê li malê bi zimanê zikmakî tê perwerdekirin. Ev perwerdeyeke asayî û xwezayî tê binavkirin. Di vê pêvajoyê de zarok dikare 2 hezar peyvan bi kar bîne. Ev zimanê axaftinê ye û ji bo zarokan dibe bingeha perwerdeya dibistanê. Gava ku dest bi dibistanê dike jî li ser vê bingehê rê û rêbazên xwendin û nivîsandina zimanê xwe hîn dibe. Ev jî dibe perwerdeya bi zimanê zikmakî. Heke li wî welatî zimanên din jî hebin, zarok dikarin wan jî fêr bibin.
 
Zanyar, zimannas û lêkolîner diyar dikin ku kesên bi ziman û çanda xwe perwerdeyê dibînin, zimanên din zûtir û hêsantir fêr dibin û serkeftî ne. Her wekî din bi civaka xwe û ya gelên din re di nav danûstaneke baş de ne û pirsgirêkan najîn û nadin jiyîn. Rêjeya sûcan a di nav civakê de kêm dibe û mirov bi hev re di nav aramiyê de dijîn. Em jî van tesbîtan careke din bi bîra rayedarên dewletê dixin ku dev ji polîtikayên xwe yên înkarkirinê berdin û guh bidin daxwazên gelan. Kongreya Civaka Demokratîk jî li ser vê esasê bang li dewletê kir ku mafê her kesê/î yê hînbûna ziman û çanda xwe heye. Hînbûna zimên tenê bi axaftinê nabe. Divê rêbazên wî yên rêzimaniyê bên hînbûn an jî hînkirin…
 
Ji Azadiya Welat hatiye girtin