Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Peyamên Gotinan

Kadının Kaleminden
Îlon 22 / 2015


Dîlan Aydin
Pîra min a rehmetî gelek caran vê gotina pêşiyan digot: “Ereban me talan kir, me jî bi çêran wan ruswa kir.” Ev gotina ku sekn û helwestên me yên qels nîşan dide, wekî gelek gotinên pêşiyan peyamek e ji bo me. Em gelek caran, ji ber rewşên cuda helwestên wisa qels û ne di cih de nîşan didin ku bi kêrî tiştek nayên.
 
Rewşa ku niha em ji gelek aliyan ve tê de ne, vê gotinê anî bîra min. Ê me ne tenê gotin, bendewariyeke wisa heye ku carna em bi xwe re dikevin nav nakokiyan. Gotin ne ji xwediyên xwe re ji dîwar re tên gotin. Ji ber ku dîwar nabihîsin jî gelek caran vediguherin gotinên giran û çêran.
Çi dibe? Çi bi xwe re tîne ev rewş? Dubarehiyên kronîk, qelsiyên ku qet bi dawî nabin û gotinên ku li hewa dimînin!
 
Bi êrîş û şerê ku van rojan gur bûye re gotinên me yên ku em ji hev hîn dibin bûne benîşt û li ekranên tv’yan wekî nakaratên stranan tên dubarekirin. Dagirkeriya ku tu eleqeya wê bi hin têgehan re tune ye, êrîşê her tiştî dike, dikuje, dişewitîne, îşkence dike, avahiyan dirûxîne, goristanan bombebaran dike. Bi kurtasî hewl dide te bi hemû hebûnên te ve tune bike. Lê tu radibî, dibêjî: “Ev mirovahiyeke çawa ye” “Ev tişt di misilmaniyê de tune ye” “Di tu baweriyan de êrîşê goristanan nayê kirin” “Me çi kiriye wisa dikin” û hwd… Bi rastî jî êdî tu dixwazî guhên xwe bigirî û biqîrî. Lewre ev hevok tenê hesta qelsî, nebesî, gazin û famnekirina rewşê zêde dikin.
 
Li cihê van gotinên ezberkirî, helwesteke ku tu bigihîjî hesta “Tiştên pêwîst me kir” çêtir nîn e gelo! Hinek fikir, hinek bêdengî di her rewşê de ji însan re pêwîst e. Lewre rêya aramiya derûnî û bersivên rast ji fikrên kûr derbas dibe. Gotinên ku di encama fikrên kûr de werin gotin; ne ezber, dê xweser bin. Ev gotin dê destpêkê xîtabî ruhê me bi xwe bikin. Ji dîwaran re neyên gotin. Tesbît û îsbatkirina hin bûyeran, ne bi gotinên dubare, bi helwest, gotin û kirinê pêkan e. Ji ber wê divê em di aliyê gotinan de baldar bin, îsrafê nekin, çi hat devê me nebêjin. Baş hilbijêrin û ji bo ku bigihîjin hedefa xwe wekî ku em nîşanê bigirin bibêjin. Rûxandina goristanên şehîdan divê bi çend gotinên ezberkirî neyê vegotin. 
 
Tenê bi çend pirsên ku ne diyar e ji kê tên kirin û gazinan, em nikarin bigihîjin cihekî. Li welatekî ku desthilatdarîli ser navê dîn, dijberî dîn her tiştî bike lê li dijî xwe helwesta oldaran nebîne; dê bûyerên bi vî rengî pêk werin. Hin mijar tenê bi refleksên civakî nayên famkirin. Bi kirin û helwesta mekanîzmayên civakî dikarin baş û rast werin famkirin û vegotin. Li cihê ku oldar rabin daxuyaniyan bidin, bibêjin “Di dîn de tiştek wiha tune ye” û tenê hewl bidin bi gotinan îsbat bikin, divê berê xwe bidin goristanan û li gorên ku di hemû olan de pîroz in xwedî derkevin. Divê ji her cure êrîşan re xwe bikin sîper, peywira xwe ya oldariyê bi cih bînin.
Li dijî her cure êrîşan ne gotin, divê tu bizanibî çi bikî û carna destên xwe jî rakî. Yan na bi gotinên ezber, nifir û dijûnan pêşî li êrîş û talanê nayê girtin.
 
Ji Azadiya Welat hatiye girtin