Dapîra min Nisêbîn û Minareya Çarling
Kadının Kaleminden
Mizgîn Ronak
Gere we jî dîtibe wêneyê dapîra me, Nisêbînê… Piştî berxwedana wan roj û şevên sedsale, dagirkerî şikest lê Nisêbîna me neşikest, her li cihê xwe ma, dapîr ma… Dapîra me ya ku piştî şikestina qedexeyê wê biribûn ‘derekê’ da ku birîna wê derman bikin. Birîna wê ya kevn, a sedsale û goştnegirtî! Dapîrê, birînên me çima wiha tim nû ne? Çarika te ya spî çima wekî kevokek bi xwîn e?
Destek wê çermok, tenê, li ser çokê sekiniye… Di destê din de tizbiyek reş û dirêj… Tu bi wan morîkên wê keser û tenêtiya me dikişînî qey? Her morîkek tizbiya te hêrsek Qamişlokê ye qey di paşila te de li te mêze dike li paş sînoran? Dapîra me Nisêbîn, rûyê te yê ku di wê kêliyê de wekî helbesta bêkesî û birîndariya me ye dê her û her li ser eniya me, çarika te ya bi xwîn jî tim qolyeya li stûyê me be!
Dapîrê, Nisêbînê, xwîna çarika te tevli ya Minareya Çarling bû, te dît. Dema ku kevokê Cizîrê, parêzvanê Amedê, Tahir Elçî ber bi asîmanê reş û tije faşîzm ve li erdê ket. Mirov li asîman jî li erdê dikeve, dema ku mirov kevokek cizîrî be…
Dapîra me Nisêbîn, gelo tu carna neqeherî nabîjî; “Çima Qamişlo ewqas dûr e?” Waye dîsa qedexe danîne ser kolanên te dapîrê, bi wê çarika te ya bi xwîn bikim dapîrê; em ê tev bi wan çavên te yên ku bûne barana di dorpêçê de re bibarin, bibarin. Heta ku Minareya Çarling di nav kevokan de winda bibe. Heta ku çarika te ya bi xwîn, tevli kevokên bihara kurdan bibe, xwîna li xwe veguherîne kulîlkên sor, ên li desmala zarokên bextiyariyê… Welat tije cilên kuştiyan bû dapîrê, tu dibînî? Cil û bergên dayiktî û mehsûmtiya Selameta cîrana te, yên şehîdên din û yên sedsal berê… Ger cil û bergên şehîdan bibin peyamên zindî û bi ser lingan bikevin em ê çi bikin dapîrê? Dê cil û berg, saet û tizbî, şeh û awêne, qelem û xeyalên şehîdên me bi ser lingan bikevin, bibin artêşek ji siya teyran…
Bi rûyê xwe yê ji striya ku gulê distirîne, Nisêbînê diparêze û têra xwe dilê me diêşîne, bi wê rûyê xwe yê ji kesera nedîtî here ber Minareya Çarling dapîrê. Bibêje: “Minareyê! Çar lingên te çar parçeyên welat in, dilê me di wan de ji hev dûr, dûrahî birînek kûr e. Tu li ber sûra berxwedêr, wekî nobedarek hezarsale sekiniyî. Parêzvanê Amedê Tahir Elçî jî wê rojê gotibû bi hezaran salan e tu li ser piyan î.” Dagirker hatin û çûn lê tu mayî. Belam îro çima nikarî zarokên xwe biparêzî… Minareyê, çar lingên te çar kevokên kuştî ne li nêva Amedê. Ber lingên te bê xwîn mabû, êdî li wir jî sor e. Em êdî li wir jî kuştî ne minareyê.
Dapîra me li ber Minareya me ya Çarling e. Bi çarika xwe ya bi xwîn, birînên lingên minareyê dipêçe. Çarika wê dibe kevok. Ji çar lingên minareyê kevok difirin. Her tişt dibe kevok, tizbiya dapîrê moriyên xwe bi ser azadiyê ve dikişîne. Moriyek, sê morî, deh morî… Azadî mezin dibe, bejna wê ji ya minareyê bilindtir… Nisêbîna Qamişlokê bi destên dapîrê ber bi kevokên Amedê ve bask vedike. Her tiliyek teyrek, her teyrek hezar teyr… Minareyê minareyê, tu çima her derê nakî wekî Sûrê û çima dihêlî kujer kevirên te birîndar, dilê te tije ar bikin?
Ji azadiyawelat.info yê hatiye girtin