Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Du rê li pêş in…

Kadının Kaleminden
Kanûn 22 / 2015


 
Mamoste Xemrevîn
 
Şer li herêmê ji xeta pîvanên xwe derketiye. Tu pîvanên şerî nemaye. Desthilatdariya li Tirkiyeyê li ser esasê tunekirinê dixwaze emrê xwe dirêj bike. Ev feraseta dewletê ya bi salan e. Vê carê pergal û rêbazên ku tên bikaranîn ji yên berê cudatir û dijwartir in. Dîmenên ku li bajaran derdikevin holê dişibin dîmenên dagirkeriya dewletekê ya li ser dewleteke din. Bi maşîneyên zirxî yên leşkerî ve dixwazin mezinahî û hêza dewletê nîşanî gel bidin, gel bitirsînin û bixin bin kontrola xwe. Ev aliyekê şerî ya psîkolojîk e jî. Li gorî vê rêbazê, gava ku morala gel xera bibe, têkçûna wî jî hêsantir dibe û desthilatdar digihîjin armanca xwe. Lê encama ku di bin dorpêçkirina leşkeran de ji hêla berxwedana gel ve îro li navçe û bajarên Kurdistanê derketiye holê, ya yekitiya gel a ber bi azadiyê ve diçe ye. Bi hezaran leşker, bi dehan fermandar û ew jî têrî nakin, serfermandarê giştî yê artêşa tirk jî di nav de, nikarin vîna gel a azadiyê têk bibin.
Di vê derê de du rê derketiye pêşiya siyaseta Tirkiyeyê. Yan ew ê vî şerî bidomîne û wekî welatên din ên ku li Rojhilata Navîn bûn qadên şerî û ber bi parçebûne ve çûn û çendên din jî diçin, an jî dê di riya azadiyê de bimeşe û bibe welatekî aram. Em dibêjin hêj di destên dewletê de rêya duyemîn bixe jiyanê, fersend û gelek derfet hene. Ne ku xendekan wekî hincet nîşan bide û bi rêbazên hovane bi ser gel de biçe. Yan jî bajarên Kurdistanê wekî bajarên welatekî din bibîne û  polîtîkayên dagirkeriyê bixe meriyetê. Ev jî bivê nevê bingeha parçebûnê ava dike.
 
Yek ji van polîtîkayên parçekirinê, vekişandina mamosteyan ji herêmê ye. Wekî dewleteke biyanî karmendên ku ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê ne, qaşo jiyana wan digire bin ewlehiyê . Ev  cudakariya herî ber bi çav e. Hemwelatiyên ku ne kurd in wan diparêze, jiyana yên din,  bi taybetî jî ya zarokan dixe xetereyê. Mafê wan ê perwerdehiyê, perwerdeya ku dewletê wekî mekanîzmaya asîmîlasyonê bi kar aniye jî  ji destên wan digire. Dewlet dibistanan vala dike û leşker û tîmên taybet li wan deran bi cih dike. Dixwaze bi vê rêbazê bi serkeve. Lê her ku gavên  bi vî rengî diavêje, pêre dikeve nav şaşitiyên nû. Her roj mirovan dikuje, bajaran topebaran dike, di hovîtiyê de sînoran nasnake. Dîsa jî bi ser nakeve û dikeve tengasiyê. Ya herî xirab ew e ku hemwelatiyên ji rojavayê Tirkiyeyê li hember van şaşitî û zilma dewletê dernakevin. Gava ku rewş ev be, em dikarin bibêjin ku xeynî berxwedanê tu rê ji bo Kurdan namîne.  Ev jî rêbaza ku kurd herî baş dizanin e. Li zindanan, li serê çiyan û niha jî li kolanên bajaran.
 
Siyaseta tirk jî ji serokomar bigirin heta serokwezîr û hemû rayedarên dewletê bi yek dengî qala yek bi yek qetilkirina gel û paqijkirina bajaran a ji berxwederên jiyana azad dikin. Gelo ast û merhaleya nêrîn û planên wan ên paqijiyê heta ku derê ye? Heke bi tevahî tunekirin û wêrankirina bajaran dabin ber çavan, ev plan dê ji ber berxwedana gel a ku bi mehan e didome, bi cih neyên. Ji ber ku gelê kurd gelek caran bi van planan re rû bi rû maye û têk neçûye, vê carê jî dê bi riya azadiyê bi serkeve.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin