Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Her ku deng tê…

Kadının Kaleminden
Kanûn 22 / 2015


 
Dîlan Aydin
 
Dengê teqîn, helîkopter, dirûşm û çekan tevli bêhna gaza îsotê dibe her dana rojê. Her dengê ku tê ihtîmala kuştin û birîndarkirinê bi xwe re tîne di van sê-çar mehên dawî de. Her roj heman rewş dubare dibe li Amed û çend navçeyên Kurdistanê. Diyar e biryareke veşarî hatiye girtin. Planên tunekirina civakek û cihên dîrokî roj bi roj dikevin meriyetê.
 
Kolan, avahiyên dîrokî, bi sedan mal roj bi roj tên bombekirin û şewitandin. Ev rewş ji bo nexweşbûyîna jiyanê asta herî xirab û xeter e. Ev rewş ji bo têkbirina hêviyan, dîmenan diafirîne. Lê encam? Gelek caran êrîşên wiha hatine kirin, xanî û avahiyên dîrokî hatine xirakirin, bi sedan, bi hezaran kes hatine kuştin. Lê… hezar car tewş e. Hezar car xwelîliserî ye. Tenê aliyê ku mirov diêşîne, kuştina kesan… Kuştina jin, zarok û ji her temenî mirovan dibe sedema xemgîniyê.
 
Li roj û merheleyên dîrokî rojên din zêde dibin… Li bajar û navçeyên Kurdistanê tax û kolan xwe bi raperînê li ser piyan dihêlin… Jiyan; her çiqas bi rengê şer were tarîkirin jî hêz û cewherê însanî, neteweyî û berxwedêr her diçe mezintir dibe. Vîna ku di çil salan de derketiye holê bi bawerî û biryardariya serkeftinê hemû tirs û xofa ku dagirkerî dixwaze biafirîne pûç dike.
 
Dibêjin koremişk xweliya ku dikole li serê xwe dike. Mînakeke gelek rast e. Koremişk ji ber ku nabîne xweliyê li serê xwe dike. Însan jî ji bo ku rastiyê nabînin, bibînin jî napejirînin, di şaşiya xwe de israr dikin hemû tiştên dikin li ser û rûyê dikin. Ji kesên wisa re ‘xwelîliser’ tê gotin. Rewşa niha em tê de ne ji ber ‘xwelîliseran’ e. Her ku ew di xwelîliseriya xwe de israr dikin, li hemberî xwe neteweyek ku bi paqijkirina qirêjiya sedan salan re mijûl e dibînin. Dînîtî û hovîtiya ku îro pêk tê ji ber vê rastiyê ye.
 
Bajar û navçeyên Kurdistanê li dijî tang, top, helîkopter û wesayîtên zirxî  bi rastiya dîroka xwe, bi şeref û rûmeta însaniyetê û nasnameya neteweyî bi mehan e li ser piyan in. Amed ji Sûrên ku nasnameya wê ne; bi mehan e li ser piyan e, moral, rûmet û destan e. Cizîra Botan û Nisêbîn bi çanda ku ji dîrokê girtine û bi salên 1990’î jiyandar kirine ber bi hêviyê ve dimeşin. Farqîn bi coş û moralê civaka xwe bi înad dikene.
 
Ev vîn û berxwedana ku bingeha xwe ji girêdana şehîdan digire; niha di van rojan de veguheriye şoreşa gel. Her kes li cihê xwe, li mala xwe, li dijî êrîşên keriyên kujer ên bi rûpoş şoreşa vîn û hebûnê dimeşîne. Her ku keriyên tenê dikarin bi zirxên xwe heyî bibin, bikevin kolanan, êrîş dikin, hêrsa li dijî zilm û dagirkeriyê mezintir dibe û vediguhere bersivên wêrek.
 
Li dijî desthilatdariyek munafiq, derewker, çavsor û jiserxweçûyî, her ku diçe dengê ji bo biryardariya azadî û jiyanê bilindtir dibe.
Kurdistan; warê dîrokeke qedîm, bawerî û çandên bêdawî ye. Ev dîrok niha zindî bûye, bawerî zelaltir bûye, çand hişyartir û jiyandartir bûne. Ji ber wê jî her ku deng tê, bi xwe re peyamên têkbirina tirsê, hêviya azadiyê û guherînên pêwîst tîne.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin