Hawara Cizîra Botan!
Kadının Kaleminden
Dîlan Aydin
Dîmenên dawî yên ku ev çend roj in li ber çavên me ne; gelek tiştan vedibêjin. Bi taybetî hovîtiya li dijî gelê serhildêr, gelê Cizîra Botan di van rojên dawî de gihîştiye asteke wisa ku tu şerm dikî biaxivî êdî. Her ku ew bajarê şêrîn, serhildêr, kurdewar tê ber çavên me; her ku ew warî kurdistanî li ber çavên me tê xirakirin; em zêdetir bi xwe dihesin. Lê… Encam? Encama ku em jê digirin çi ye gelo? Ji bo vemirandina vî agirî em çi dikin an jî divê çi bikin?
Bi hezaran pirsên ku em bersiva wan nadin, tiştên nehatine kirin hene. Ya herî balkêş jî ew e ku em êdî bi awayekî normal li her tiştî mêze dikin. Çavên me her tiştî dibînin lê tevî ku her diçe hovîtiya zêdetir dibe, ji aliyê me yê însanî gelek tiştan bi xwe re dibe jî; hewldanên me kêm in.
Bêguman dê ev zilm rojekê bi dawî bibe, gelê Cizîrê yê ku niha di bin êrîşên gelek hovane de ye wekî ‘xwe’ bimîne, pêla qirkirinê bişikîne lê dê tu carî van rojan ji bîr neke! Bedenên kuştî yên li kolanên Cizîrê, xwîna ku wekî cuga avê diherike, hawara ku ji ber êrîşan bilind dibe; dê di bîra cizîriyan de her dem zindî bimînin.
Em ên ku li vê ‘hawarê’ guhdarî dikin, em ên ku tenê çend gotinan dibêjin, dê çawa were bîra me? Li hemberî dijminê herî hov, mixabin gotin û kirinên me ji dubareyiyan pêk tên. Wijdanê me yê nîvsax tenê dikare hevokên ezberkirî bi me bide gotin. Em tenê xwe bi çend gotinan rehet dikin. Tenê guhdarî dikin, temaşe dikin.
Dibêjin însan dişibin cihên ku lê dijîn. Cizîriyên ku xwedî dîrokeke serhildêr in jî; dişibin Cizîrê. Dema ku dibêjin ‘Cizîr’ hezkirina wan a ji bo Cizîrê, ya ku hêza xwe ji Cûdî û Gabarê digire, diyar dibe. Bi dîroka xwe ya ku her dem zindî hiştine, mînakeke bêhempa ya kurdayetiyê ne. Resen, wekî xwe, jixwe bawer û heta tu bibêjî serhildêr!
Celadet Bedirxan bi “Kovara Hawarê” de xwest nav û dengê kurdan, hawara kurdan ragihîne me. Ev hawar bû bangeke neteweyî û navnîşana hebûnê nîşan dida. Kovara Hawarê, bû hawara kurdan, bû şeref û rûmet. Em nizanin gelo Mîr Celadet çima navê ‘Hawar’ li kovarê danî. Gelo dibe ku ev hawara dagirkirina Cizîrê ya di dawiya sedsala nozdemîn de bibe?
Em ê nizanibin lê neviyên Celadet Bedirxan ên li Cizîrê, di sedsala bîstûyekemîn de Kovara bi navê Hawar weşandin. Ev berdewamiya wê çanda kurdewar a cizîriyan e. Gelê Cizîrê wateya gotina ‘hawar’ baş dizane. Ji ber vê yekê hawara xwe digihîne me. Hawar, bangek e û bi Cizîrê re bûye yek. Ji dîrokê heta îro bi zanîna vê gotinê xwe li ser piyan dihêlin, bi hawara xwe êrîşên herî dijwar têk dibin.
Dengê ji Cizîra Botan bilind dibe; hawara sedan salan e. Naşibe tu dengî. Rast, bilind û zelal e. Lê dengê me nayê me bi xwe jî. Ji ber gotinên; “Ji bo birîndaran ambulans” û bendewariya ji saziyên navneteweyî em nikarin hawara Cizîrê baş fam bikin, hewldanên pêwîst bikin.
Bersiva rast û pêwîst a ji bo Cizîra Botan, meşa bi sedhezaran a ber bi Cizîrê ve ye. Ne gotinên dubare û mirî. Ger ku meşa bi sedhezaran pêk neyê û dorpêça li ser Cizîrê neyê şikandin; dê ev hawar her di guhên me de bimîne û rûmeta me ya neteweyî de her dem birîndar bihêle.
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin