Abîdeyên jiyan û şoreşê
Kadının Kaleminden
Dîlan Aydin
Di jiyana me de sedem û raza hemû tiştên heyî heye. Têkçûn û serkeftin, başî û nebaşî bi hebûn û rista insan ve girêdayî ne. Tu tişt wisa bi serê xwe çênabe, nagihîje, mezin nabe. Her tişt bi rengê ‘tiştên ku pêk hatine’ pêk tê. Jixwe mînakên vê yekê yên berbiçav, em ji xwezayê dikarin bibînin. Xweza ji bo me, di hemû waran de mînakên herî şênber dide. Bi her pêkhatineke xwezayî re em bi xwe re rû bi rû dimînin. Lê em dibînin ku em bi qasî xwezayê bi rêk û pêk nîn in. Ger ku em bibêjin çima? Dê bersiv, nedîtin û tênegihîştina me ya xwezayê bibe ku ev yek di heman demê de tênegihîştina cewherê me bi xwe ye jî.
Carna dîtin û nasîna ‘hinek kesan’ bi qasî mînakên şênber ên xwezayê, rastiya gelek tiştan nîşanî me dide. Dîtina di ‘demên awarte’ de me ber bi kêlî û gavên nû yên jiyanê ve dibe. Kes hene, jiyana wan wekî destanan e. Bi taybetî li Kurdistana ku her dem ‘bi rewşên awarte’ re rû bi rû maye; kesên wisa hene ku dema tu wan dinasî, bi wan re diaxivî, fam dikî ku ‘rewşên awarte’ bi saya ‘kesên awarte’ ber bi merheleyên serkeftî ve çûne. Di hemû demên dijwar de ew kes rabûne ser piyan, bi vîn û bawerî bi dijwariya li dijberî xwe re şer kirine.
Yek ji wan kesên ku xwedî kesayeteke awarte ye jî jineke kurd a ji gundekî di hembêza Çiyayê Gabarê de ye. Dema ku serê sibehê li Girê Mîra ji hevalên xwe re behsa kurê xwe Yusuf Çig (ê du sal berê li Rojava şehîd ket) dikir, ji deng û helwesta wê diyar bû ku xwedî kesayeteke ‘awarte’ ye. Ew jî wekî bi hezaran ji Gabarê ber bi Edeneyê ve hatibû koçberkirin. Gundê wan hatibû şewitandin, piştî ku li navçeyên Şirnexê mabûn, ji ber zilm û zora zebaniyan neçar mabûn ji wan deran jî derkevin.
Digot: “Em tenê bi cilikên li xwe derketin rê, me tu tişt bi xwe re nebir. Kurekî min di salên 1990’î de şehîd ket, min hestiyên wî jî nedît, keça min a 13 salî xwest biçe, min bi destên xwe ew birê kir, dûre jî Yusuf çû û piştî 4 salan şehîd ket. Niha jî ez û xalê te tenê mane. Em li bajarê Edeneyê jî bi gelê xwe re ne, her dem dixebitin û dua dikin ku di demeke nêz de em vegerin welatê xwe. Em şeş roj e li vir in. Me îro xwest em biçin Cizîrê lê nehiştin. Bi hovîtî êrîşê me kirin me jî kevir avêtin wan. Em dizanin ew çiqasî zilmê bikin jî ew ê têk biçin lewre em mafdar in, em xwedî bîr û bawerî ne, ev der welatê me ye, heta em sax bin, em ê biparêzin. Bi hêza îmanê em têdikoşin. Temenê min 70 ye, heta îro min tu carî dev ji nimêja xwe bernedaye, ez dizanim ger ku tu dev ji bîr û baweriya xwe bernedî Xwedê ji te re alîkarî dike. Îro dema ku gaza jehrê reşandin me, ba bi aliyê wan ve rabû, wê jehrê bi xwe re bir li ser û rûyê wan kir.”
A wayê vegotina wê, wisa bi bandor bû ku tevî êş û hestiyariyê jî bi biryardarî û cesaret diaxivî. Digot: “Ez du sal berê çûm Çiyayê Gabarê. Min bingeha ku hevalê Egîd avêtibû dît bêhna min derket, min digot qey ez ê bifirim. Lewre hevalê Egîd bi hêstiran, ji bo avakirina wargehê bar kişand û hêlîna şervanan li Gabarê çêkir. Ew hêlîn niha mezin bûye, bûye warê hezaran.” Jinên dayik, ên leheng, çawa ku bi hebûna xwe gelek tiştan ava dikin, di heman demê de stûnên raza şoreşê ne. Ev şoreş, hêz û manewiyata xwe, ji keda bêhempa ya kesayetên ku abîdaya jiyanê ne digire. Abîdeyên jiyan û şoreşê ew dayik bi xwe ne.
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin