Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Di van şev û rojan de…

Kadının Kaleminden
Sibat 09 / 2016


 

 
Dîlan Aydin
 
Di van şev û rojên
dorpêçkirî de
Ya ku nêzî hêvî û jiyanê
ye çi ye?
Ya ku dibe asoya pêkhatina hêviyên sedan salan li ku ye?
Di van hefte û mehên
‘qedexe’ de
Bajar û navçeyên Kurdistanê
Xwe bi çi rengî li bîra me bi cih dikin?
Em bi wan re çi dijîn, çi hîs dikin, çi dibînin?
Di van roj û şevên ku dijmin rûpoşa xwe bi tevahî xistiye de
Em çi dikin, çi dibêjin, çawa dijîn?
Kolan qedexe
Dijminahî bê hed û sînor
Kurdistan, di dorpêça gurên har de…
Lê her ku kêlî bi zilmê tên dorpêçkirin;
Şopa sedan salan a dagirkeran
Bi vîn û guleyên lehengan
yek bi yek tune dibin li Kurdistanê…
Lewre Kurdistan guleke ji xwîna şehîdan sor e
û her ku gurên devbixwîn êrîş dikin;
Striyên gulên şehîdan xwe li dora Kurdistanê dipêçin
Rê li dijminê hov û xwînmij digirin.
 
***
Hin kêlî hene tu dikî nakî nikarî bînî ziman, tiştên hîs dikî vebêjî. Bi taybetî ji bo nivîsê ev rewş zêdetir xwe dide hîskirin. Tu dixwazî, bikaribî hemû bûyerên pêk tên vebêjî lê hemû gotin û hevok nebes dimînin. Lewre tu ji derveyê hemû bûyeran dijî. Tevî ku deng tê te jî tu dûr î! Ji tofanê agahdar î, hîs dikî lê di nav de nîn î. Destên te nagihîjin alîkariya kesên li ber mirinê! Piyên te nikarin biçin bajar û navçeyên ku dilê te ji bo wan lêdide.
 
***
Tu wekî bizmarek li cihê xwe sekinandî yî. Çavên te hemû dîmenên jandar dibînin, guhên te hemû gotin û hevokên ku rastiyê vedibêjin dibihîzin. Lê tu temaşe dikî.
Ji ber temaşevaniyê şerê nakokiyan dest pê dike. Çav û guhên te, dil û hestên te bi dest û lingên te re dikevin dubendiyan. Cihên ku tu bi çav, guh, hest û dilê xwe li wan î; bi dest û piyên xwe dûr î ji wan.
 
***
Payîz û zivistana îsal bi şer, talan, kuştin û dîmenên hovane derbas bûn. Em ên ku dûrî vî agirî man; bi şerê hest û wijdanê xwe re rûbirû ne.
Em, ên ku jixwe ji ber ‘çûyîna’ xwişk, bira, heval û hogirên xwe ya ji vê dinyayê, jiyanê ji xwe re zêde didîtin, ji temenê xwe yê ku du qatî yê ‘wan’ e şerm dikirin; niha bi wêrankirin û talankirina Kurdistanê, zêdetir her tiştê ji xwe re ‘zêde’ dibînin.
 
***
Navê jiyanê niha tenê şer e! Şerê bi dijmin re, şerê bi xwe re, şerê bi her tiştî re.
Ger ku em ji vî şerê bêînsaf, bi fikir û karên baş, eniyeke vekirî, wijdaneke rehet û rûyeke spî derkevin; dibe ku em bikaribin li vê cîhana’ ku mafê me yê xwezayî lê heye bijîn.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin