‘Neçe’
Kadının Kaleminden
Mizgîn Ronak
“Neçe. Lê ku tu neçarê çûyînê bimînî, bêje merheba ji her kesê re.” (Wîllîam Saroyan) ew çû, her tim çû lê got: “Merheba” ji her kesê û her tiştê re. Ji dar û berên Deşta Heranê û şînahiya Feradê re, ji barana nebûnê û bagera windabûnê re got merheba, merheba!
Dema li Newala Bekayê bû jî bi merhebayan siya kevir û latên ku gerîlayên filistînî demên dirêj ji xwe re kiribûn wargeh, bi ser lingan xist. Bi stêrkan re axivî, bi teyrên li tenêtiya gundê xwe re xeberên xweş ji Zindana Amedê re şand. Bi çavên Kemal Pîr pêşerojek ronak dît, bi dilê Xeyrî Durmuş biharên ku gulek jî dikare wan bîne anî. Ji Mazlûm re geryana xwe ya felsefî got, ji Hesen Bîndal re bîranîna morîk, kevok û lîstikên zarokatiya delodîn û qedexe berhev kir.
Gazî bêsebriyê kir. Bi sebra Hz. Eyûb dilê welatê xwe yê ku li dilê wî hêlîn çêkiribû kewand. Ji striyên kerengan pênûs çêkir, ji pênûsan rêyek asê. Ji şiyariyê jêbirek mezin çêkir, hemû pirtûkên ku digotin; “Kurmanco, nezano” betal kir. Her tişt jê bir, bi jêbira xwe rûpel pak û nû kir. Got: “Ez naxapim, naxapînim û nayêm xapandin…” Li ser ava golên çiyayî qesîdeya nebeziyê nivîsand. Gol bûn awêneyên şîn û şêrîn. Em hemû di wan de bûn nesrîn…
Ji rê û rêbazên nû netirsiya, ji deriyên ku qet nehatine vekirin û efseneyên ku qet nehatine şiyarkirin jî netirsiya. Ceriband, vekir, şiyar kir. Di qevdegulan de bahoz, di bahozan de destên bebekan silav kir. Bi jinan re jin bû, bi jiyanê re jiyan, vejîn û vîn. Jinên ku xizmetkar û ‘darên şikestî’ bûn li dora wî civiyan. Ka li çend wêneyên wî binêrin, tenê çend wêne bes in.
Wayê li wir! Ew û dayik bi hev re dikenin, ew û şervan bi hev re dimeşin. Ew û zarok ji hev hînê zaroktî û mezinbûnê dibin. Di tevî wêneyan de hevalên jin, zarok, mela, feylesof, karker û şivan, bager û kulîlk li dora wî kom bûn.
Her ku çû mezin bû, her ku mezin bû şoreş tevli şoreşê kir. Di 30 salî de sêsed sal jiya û vejand. Got: “PKK stêrka li asîman e, kavilên dîrokî ye, şivanê li serê çiya ye.” Ji partîbûn, kesbûn, serokbûn û meşa ku bi destên xelkê hatiye çêkirin hez nekir. Her ku bi rê ket, ji rêyên ku nabin tu derê derket. Her ku ji rêyan derket, rêyên nû, rêwîngî û nebeziyên din afirand. Bi coşdariya robarên biharê herikî, bi dilzîziya helbestên zivistanê fikirî.
Ne di qefesa zeman de hilhat ne di ya zindan û dîlîtiyê de. Ne wekî Abîmael Guzman (Serokê rêxistina Rêya Ronî, Perû) jiya li zindanê, ne wekî Mandela. Ew, ew e; sentezkarek gewre be jî wekî xwe ye. Gulên marksîzmê yên çilmisî bi ajdana felsefî, ramanî û hestiyarî ji nû ve geş kir. Pûlperestî, qûlperestî û dewletperestî bi şoreşa raman û afirandkariyê têk bir, bû Kobanê, Sûr û Cizîr. Di nav gerdûnê de gerdûnek gewre. Şûrê zanîn û ramanê ji serdestan stend, agirê Prometeûs gurtir kir. Li çar parçeyan bû yekdil. Em vê jî bêjin ji bo ku ew azadîzan e yê ‘tecrîdkirî’ û di qefesê de ne ew e, em in, ên ku hê jî nebûne azadîzan, negihîştine wê tilsima efsûnkar. Loma jî azadiya wî ya her kesê lê azadî, yan jî esareta me tenê ya me ye.
Gerdûna tije hesret bi dilê xwe yê ji Cizîra Botan û Sûrê, li benda dengê wî ye. Dizane ku bêje dê ew bêje, bibîne dê ew bibîne. Dizane yê ku komplo û hesaban betal bike ew e. Ew; Serok Apo! Yên ku ‘dîlgirtina wî’ wekî xebera serkeftinê dan hev, niha bûne dîlên pergala wî ya şoreşger û leheng. Dê ev dîlbûn, bibe tekçûn û 15’ê Sibatê tevli 15’ê Tebaxê bike.
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin