Ji bîrkirin bêrometi ye!
Kadının Kaleminden
Zaxo Zagros
Di dîroka her welatekî de rojên reş û tarî hene, ew roj ji bo gelê wî welatî sembola felaketeke civakî ya mezin e. Ji bo gelê kurd jî roja 15 Sibatê rojeke weha ye. Di vê rojê de der barê gelê kurd de, tevahî xwedayan şerê biryara çarmixê dan. Fermana Hiroşîma û Nagazakî di serdema 20’emîn de felaketek çawa ji bo mirovatiyê bi xwe re anî, her weha fermana 15 Sibatê jî ji bo gelê kurd tê heman wateyê. Di kesayeta Rêber APO de hêzên komploger xwestin gelê kurd ji holê rakin û bi kuştina gelê kurd re xwestin hêviya azadiyê ya jinan û hemû bindestan têk bibin. Lewma tesbîta ku dibêje “şerê cîhanê yê siyemîn bi komployê re hat destpêkirin” pir di cî de ye. Yanî ev şerê ku îro hemû herêm daye ber xwe, ne bi destwerdana İraq ne jî bi şerê li ser Sûriyeyê dest pê kiriye. Ev şer berî herkesî li hember gelê kurd hatiye destpêkirin. Mixabin pir welat û pir Hikûmet ev komplo mîna cejnê pêşwazî kirin. Tirkiye jî wekî serkeftina mezin ilan kir. Lêbelê derket holê ku ev erd hej hemû herêm girt nav xwe û mîna kevirê domîno îro hemû kevirê rojhilata navîn ser û binî hev dibe. Wê ne şaş be ku mirov bêje; ji bilî Rêber APO heta niha jî tu hêzên herêmê neketine zanebûna rastiya vê komployê. Lewma heman xeflet xwe berdewam dike û heman rêbaz tê dubarekirin. Hêjayî gotinê ye ku ger ne ji pêşdîtina dahiyane ya Rêber APO bûya, wê niha tiştekî navê kurd û Kurdistan nebûya. Lêbelê şerê Heqîqetê, şerê jiyanê, berpirsyariya mezin a ku rêber APO di van 17 salana de nîşan da. Hişt ku îro kurd dîsa û tevî hemû zorî û zehmetiyan bibin hêzekî startîjîk. Her weha xeta jiyanî û siyasî a ku rêber APO’ tekoşîna wê da, carekedin karîbû binavê gelan û binavê hemû bindestan bibe mîladekî nuh ji bo mirovahiyê. Wê ne şaş be ku mirov bibêje, ger îro kurd li Rojavayê Kurdistanê hêz in, ger îro jinên kurd bi tekoşîna xwe cîhanê dihejînin, ger îro gelê kurd bi baweriyeke mezin li hember faşîzma AKP û DAIŞ’ê destanê qehremanî dinivîsîne, ev hemû deyndarên tekoşîna bêhempa ne ku Rêber APO li hemberî Pergala İmraliyê daye nîşandan. Bi van rastiyan ve girêdayî, bi ketina sala 18’emîn a komployê pirseke weha derdikeve pêşiya me, gelo komplo bi her awayî têk çûye? Rewşa ku îro em tê de ne, pêwîst e mirov çawa pênase bike? Ji bo ku em xwe nekin zemîn ji bo komployên nuh, çi jime tê xwestin? Li gor nerîna min mirov bi van xalan kare rewşê xulase bike.
1- Her çiqasî Komploya Navdewletî ji gelek aliyan ve vala derkitibe jî, lê îro bi pêşengiya AKP-DAIŞ’ê careke din komplo xwe nû dike.
2- Ev şerê ku îro li herêmê tê birêvebirin bi komploya li ser Rêber APO dest pê kir. Lewma encax ev alozî û şer bi hilweşandina pergala İmraliyê re biencam bibe.
3- Ji ber ku em fizîkî serbest in, nayê wateya ku em azad in. Em wekî gelê kurd û hemû hêzên demokratîk di çarmixê de ne.
4- Divê em her roj mîna îbadetê ji xwe re bêjin” jibîrkirin xiyanet e, jibîrkirin bêrûmetî ye” ger em jî xwe di çarmixê de nebînin û em bi vê ferasetê tekoşînê bi pêş nexin, em ê jî bibin hevkarên komplogeran.
5- Berxwedana Cizîr û Sûrê manîfestoya pêvejoya nû ye. Ji bo em komploya nû vala derxin, yek rê heye, ew jî bi ruhê Cizîr û Sûrê kirina qada berxwedan û tekoşînê ya herderî ye.
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin