Em çawan dikarin bisekinin?
Kadının Kaleminden
Dîlan Aydin
Vê jiyana ku ji bo me qet ne rehet, xwezayî û bi rêkûpêk e; her diçe rûyê xwe yê dijwar li hin deran zêdetir nîşanî me dide. Girtîgehên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo me çi ne, tên çi wateyê, çend dîmenan tînin ber çavên me? Dema ku ‘girtîgeh’ tê gotin em çi hîs dikin, dikarin xwe bixin cihê girtiyan an na? Girtîgeh çi ji ruh û canê girtiyan distînin? Ên di girtîgehan de çiqas dikarin wan çalên kûr ên bi beton û hesin hatine çêkirin, nas bikin, şîrove bikin? Çiqas dikarin li hemberî ‘wan çalan’ wê hovîtiya ku jiyana wan veguherandiye xewnereşkê; bibin hêzeke yekser ji bo hev?
Her ku girtîgeh tê gotin, ji dîwarên wê zêdetir girtîgeha di nav girtîgehê de tê ber çavên min. Em dibînin ku gelek caran ji ber dengê xwe em ‘dengê hev’ nabihîsin. Ev rewş ji bo me kesên li derve dibe ku zêde zor nebe, çi wext em dixwazin em ji hev dûr dikevin, mekanên me yên cuda hene lê ji bo kesên di girtîgehan de gelek zor e. Lewre cihekî ku biçinê tune ye! Rêyek ku bimeşin û bêhnê bistînin tune ye! Ev jî girtîgeha di nav girtîgehê de ye, wê jiyana ku bi zorê, bi tunebûn û zehmetiya gelek pêdiviyên madî û manewî dimeşe; nexweştir dike.
Em ji derveyî qalibên siyasî, ajîtasyon û hwd hinek ji aliyê ‘însanî’ ve bifikirin; hûn ji dê û bavê xwe, ji xwişk û birayên xwe, xizm û dostên xwe dûr in. Çavên we li rêya wan e û hûn bi hêviya derketina ji wê dojehê bi salan dibêjin; “Dê sala li pêşiya me wiha nebore, dê ev bihar cudatir be” lê ne salek-du sal, bi dehan sal wisa diborin.
Jiyan, li girtîgehan bi vîn û berxwedaneke ji pola dibore. Ne bi çend gotinan, bi nav û pênaseyên me, bi ked û sebreke mezin dibore. Ger ku ev vîn û berxwedana manewî nebe; ger ku zanîna armancê nebe, ne mimkûn e ku tu rojek bikaribî bijî. Lê divê ev keda nedîtî ya di nav çar dîwaran de bi hestyarî û aliyê însanî piştgiriyeke xurt bibîne. Divê ku hem em ên li derve xwe ji rehetiya pergalî ya ku wijdanê me kor dike, dest û lingên me giran dike rizgar bikin, hem jî yên di girtîgehan de bi vê zanîn û hestyariyê nêzî hev bibin. Lewre jiyana bi dehan salan a li girtîgehê dojeh e, wisa bi çend gotinan nikare were famkirin. Di rewşa heyî de rastiyeke tal heye: Mixabin vê rewşê, vê trajediyê tenê yên girtî û yên ku diçin girtîgehan û tên dizanin. Gelo ev yek bes e!
Tarîtiya li girtîgehan, ji hemû tarîtiyên li welatê me derbas dibe. Dîwar û hesin ji hemû xirabeyan jandartir in! Lewre tu dikarî ji xirabeyan derkevî, bêhnê bistînî, lê ji girtîgehan tu ne dikarî derkevî ne jî bêhnê bistînî. Sekna me ya heyî, nîşan dide ku em tenê ji sedî dehê vê rewşê hîs dikin. Lewre asta me nebes. Divê em pirsa, ‘em çawa bi vî rengî dijîn, dikarin bisekinin?’ ji xwe bikin. Divê em bibêjin ez, tu ew, çima tiştekî zêde nakin, ji hev re gotinên sar û rast nabêjin.
Dibêjin; “Haya saxan ji miriyan nîn e.” Gotineke pêşiyan e. Lê peywirên me yên însanî, ol û bîrdozî vê yekê qebûl nakin. Her dem ferman dikin ku em xwe bixin cihê kesên di tengasiyê de ne. Li gorî wan ger ku tu ji kêmasî û êşên civakê haydar nebî, ger ku tu hîs nekî, tu eleqeya te bi ol û bîrdoziyê re tune ye. Lê sed mixabin gelek kesên ku xwe oldar û xwedî bîrdozî dibînin; qet jî ji trajediyên însanî haydar nîn in, dijberê wê ji ‘nîmetên madî’ jiserxweçûyî, kor û ker in.
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin