Rastî nayê veşartin…
Kadının Kaleminden
Mamoste Xemrevîn
Îro li Rojhilata Navîn plan û hesabên gelek welatan ên parvekirinê bi dijwarî berdewam in. Wek her gavê Tirkiye jî naxwaze jê bêpar bimîne. Bi desthilatdariya AKP’ê ve ev plan bi piştgiriya Erebistana Siûdî û Qeterê ve careke din ket meriyetê. Lobiya Yahûdiyan jî ji hêleke din ve piştevaniya vê projeyê dike. Li hemberî xeta Şia ya ku xwe rasterast li vê herêmê bi giranî dide hîskirin, xeta Sûnî tê xurtkirin. Çeteyên DAIŞ’ê pratîka şênber a dewleta Tirkiyeyê ya vê pêvajoyê ye. Ev yek rê li pêşiya ketina hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê jî vedike. Ji nû ve di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Tirkiye naxwaze bikeve rewşa ku li Iraqê jiyabû, vê carê jî li Sûriyeyê bijî. Demeke dirêj dewleta tirk têkiliyên xwe yên aborî li ser hikûmeta başûrê Kurdistanê domand û neket rewşa xetere ya krîza aborî ya ku gelek welatên Ewropî girt bin bandora xwe. Hemû danûstandinên bazirganiya di navbera AKP û PDK’ê de bû sedema hevkariya cirantiya dû welatan. Ev jî bi awayekî ji bo nasîna başûrê Kurdistanê bû hinceteke baş. Lê, feraseta fermî ya dijminatiya dewleta tirk a bi kurdan re, tu carî neguherî. Di van demên dawî de her kes dizane û dibîne ku hevkariya dewleta Tirkiyeyê bi taybetî jî ya AKP’ê ya bi PDK’ê re hêdî hêdî xera dibe. Gotinên Serokomar Erdogan ên der barê hikûmeta başûrê Kurdistanê de, planên tunekirinê aşkere dike û hişyariyê dide hemû kurdan. Di der heqê Başûr de dibêje ku me li Iraqê xeta kir, em naxwazin li Sûriyeyê jî bikevin nav kêmasiyeke wisa… Yanî destkeftiyên kurdan li başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve tên dîtin û tune tên hesibandin. PDK jî li ser van gotinan divê êdî hişyar bibe û di warê berjewendiyên kurdan de xeta xwe ya şênber diyar bike… Em dizanin ku helwesta Erdogan tenê bi van gotinan naqede. Gefxwarinên wî yên li ser Rojava û nexwastina PYD’ê ya tevlibûna ji bo civîna Cenevre- 3 û hwd. hemû jî li hemberî destkeftiyên kurdan in. Lê, her roj di çapemeniyê de hewldanên wî yên ku dixwaze PYD, YPG û YPJ’ê wek rêxistinên terorist nîşan bide jî yek bi yek têk diçin. Her çi qasî Tirkiye bibêje ew terorîst in jî ji ber ku di nav rewşa şer a li Sûriyeyê de, hêzên herî serkeftî yên siyasî û leşkerî ev in û hêz û dewletên navneteweyî van gotinan qebûl nakin û dibêjin “ev hêzên kurdan ne terorîst in.” Wê gavê ji bo kurdan jî derfetên nû yên ku di qada navneteweyî de bên bikaranîn derdikevin holê. Divê xebatên lobî û dîplomasiyê bi awayekî xurt li seranserê cihanê bên meşandin. Gotinên siyasetmedar û rayedarên tirk ên pêvajoya diyaloga bi Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan re û yên ku di demên dawî de bi lêv dikin, li ber çavan bên raxistin. Hinek gotinên ku di pêvajoya diyalogê de derketin pêş ev in: Sadullah Ergin: Ocalan rewşa rasteqîn a polîtîk a herêmê baştir dinirxîne…Yasin Aktay: Ocalan dahatûya cihanê baş dixwîne…Etyen Mahçupyan: Qadeke gelekî berfireh a bi prestîj a Ocalan heye. Mirovên wek wî kêm in…Beşir Atalay: Peyamên ku Ocalan dide, nêrînên me ne jî…Yigit Bulut: Ocalan rê li pêşiya Tirkiyeyê vedike…Yalçin Akdogan: Tecrube û qabiliyeta Ocalan a şîrovekirina bûyeran heye…Emre Akoz: PKK rêxistineke terorîst nîne… Belê, rastî nayê veşartin… Heke ew pêvajo bi dawî nebûya, îro ev rewşa şerî ya li Kurdistanê nedibû û di hestên bihevrejiyînê de jî xendek ewqasî kûr nedibûn.
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin