Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Raza çiyayan

Kadının Kaleminden
Adar 01 / 2016



Dîlan Aydin
 
Çiya; ew warên qedîm ên hezarsale. Şahidên bi sedan pêkhatinan. Wargehên dîrokê yên bêdawî. Bi serê xwe yê bilind, xwedî şanaziya dîtina asoyê ne. Çiya her derê dibînin em jî wan dibînin lê em tenê aliyê wan ê xuyayî dibînin. Çiya; ne wekî dîtina çavan nêz, wekî deryayeke bêbinî bi heybet, negihîştî ne. Ji ber bilindahiyê, em wan bi tevahî nabînin, nikarin bibînin. Lê ew me dibînin. Em li ber wan wekî moristangan biçûk, nedîtî ne. Lê ew rêz bi rêz in, bi hev re ne, ji paşerojê ber bi pêşerojê ve kelehên bêdawî ne.
 
Her der dikare were dagirkirin lê çiya tu carî bi tevahî nikarin werin dagirkirin. Ji hezkirî û parêzvanên xwe re deriyên xwe vedikin, bi wan re dibin yek lê ji êrîşkaran re nabin war. Lewre ew her demsal xwe nû dikin, bi rengên cuda xwe dixemilînin. Ew her demsal xwe ji qirêjiya li ser xwe paqij dikin. Bi berf û baranê, bi rengê pelên daran her dem xwe nû dikin. Serberziya rûyê erdê ne, piştî asîmanê bêdawî yê bilind ew hene.
 
Çiya; çi navekî herikbar, newadar û bi aheng e. Ji bêhêvîtiyê re nîşaneya hêviyê ye, ji nedîtinê re asoyeke bêdawî ye. Ji hemû dîmenan zindîtir, jiyandartir, bi aramtir e. Her ku xuya dike… Her ku ji rêyên em ji wan derbas dibin xuya dike; bi dehan rê diafirin di bîra me de. Dibe ku ev yek ji ber aliyê me yê erdnîgarî be. Bîra me bi çiyayan dagirtî ye. Stranên me yên bi nav û deng li ser çiyayan hatine gotin. Em xwedî bîreke ‘çiyayî’ ne. Ji navê çiyayan hez dikin, ji wan hêz û moral digirin. Manewiyata me bi wan bi hêz dibe.
 
Kalikê min ê ku temenê xwe di navbera çiyayên Deşta Mûşê, Bedlîs û Norşînê de derbas kir; dema li Çiyayê Kilxar ê li hemberî mala xwe mêze dikir digot: “Dema ku Xweda cîhanê afirandiye, ji ber bayê, rûyê erdê li cihê xwe nesekiniye, wê demê çiyayan afirandiye. Çiya bûne dîwarek li dora erdê, pêşî li bayê girtine, erd jî bi wan sekiniye. Ji ber wê çiya pîroz in.” Digot: “Tu çiqas li wan mêze bikî jî ji wan têr nabî. Lewre ew ebedî ne. Bi hezaran însan tên diçin lê ew naçin, her dem li cihê xwe dimînin. Heta qiyametê jî ew ê li cihê xwe bin.”
 
Li Kurdistanê, çiya navnîşana hebûn û xweparastinê bi xwe ne. Ger ku çiya nebûna dê bi êrîş, dagirkerî û şerê sedan salan re kurd ji warên xwe bi rehetî bihatana dûrxistin. Lê çiya bûn parêzgeh, li hemberî hemû êrîşên bêsînor. Cihên çiya li wan hebûn gel bixwebawer bû.
 
Tu dikarî bê ‘bajar’ bijî lê tu nikarî bê xeyala çiyayan bijî. Bajarên çêkirî çawa ku di warê fizîkî de qefes in; teng, rêgirtî û çavgirtî ne; di warê manewî de jî çînî, parçekirî, bêgiyan in. Însan di bin siya avahiyan de dihêlin, di mekanên ‘modern’ (!) de mehkûmî terz û jiyana vala, teqlîd û jiberkirî dikin.
 
Ji bo em di vê serdema ku her tişt temenkurt, kujer û bêwate hatiye hiştin de hinek be jî nêzî xwe bibin; divê em xwe ji xeyala çiyayan dûr nehêlin. Ger ku derfet hebe, divê em biçin serdana çiyayan, di raza wan a bêdawî de li xwe bigerin. Çiyayê Kilxar ê ku xwe li xeyalên zarokatiyê bi cih kiriye û bi gotinên kalikê min bûye xwedî cihekî taybet û pîroz bi berfa spî jî gelek tiştan vedibêje. Her ku lê mêze dikim egala kalikê xwe ya spî dibînim û dizanim ku ‘ew’ bi çiyayan re bûbû yek û xwedî razên bêdawî bû.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin