Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Navê mîladek û tenê Kobanê azad nebû bi YPJ'ê re

Kadının Kaleminden
Nîsan 22 / 2015


 
Cahide Harputlu/JINHA 
 
KOBANÊ - jinên YPJ'ê  li Kobanê li hemberî DAÎŞ'ê berxwadanekî bêhempa dan bêgûman.  pir caran tilîliyên wan ji çekan zêdetir bandor kir li ser dagirkeran. jinan bi hêza ku ji birdoziya rizgarkirina jinê girtin xwe pêş ve birin û niha bûn hêviya hemû jînên cîhanê. jinên YPJ'ê bi vê baweriyê û berxwedana xwe ya li hember feraseta nêrtî û dagîrkeranan wiha pênase dîkîn ku di vî şerî de ne tenê Kobanê jin jî azad bûn.
 
Jin vê berxwedaniya xwe hê jî berdewam dikin û di êniyên pêş de cihên xwe digrin.bi serbilindiyek mafdar dibêjin ku  jin çawa ku pêşengtî li şoreşê kir wê xwedî li vê şoreşê jî derbikeve. ew jinên wek Arîn Mirxan, Gulan Çekdar, Viyan Peyman, Destina Qendil, Ruken Amed, Zehra Penaber, Revana, Roza û Zozan ku bedena xwe kirin hezar perçeyên ji agir û  dijmin paş de birin şopdarên wan jî dixwazin mîrateya wan hilbigrin û serkeftina wan bikin serkeftina jinê. bi çîrokên cur be cur destana Kobanê  hate nivisandin û di nava van çîrokan de me jî xwest em vîna jinê bibinin û bidin jiyan kirin. 'Malbatekî hatibû xwazginiya wê hebû. mêrîk memur bû û dewlemend bû. bi vê baweriyê teklîfa pereyek zêde li bavê Revana kiribû û bavê wê jî hinek ketibû timaya vê rewşê lê dîsa jî xwestibû ku biryara dawiyê Revana bide. Revana li hember nêzîkatiyên bi vî awayî bû û bi hemû hêza xwe li hember vê rewşê sekinî. ew ne razî bû ku ev jîyan wek qederek derkeve pêşiya wê û dixwest ku ji bibe şervanê welatê xwe.'' yek şervanê YPJ  ku navê wê Ruken e û hevaltî bi Revana re kiriye van bîranînên xwe yên der heqê Revana de bi me re parve dike.
 
Revana şervanekî di şerê Kobanê ya dema herî dijwar de li eniya Başur şer kiriye û piştî birîndariya xwe bi çalakiya fedaî tevlî  kervana rêhevalên xwe yên bê dawî dîbe. Revana li gor ku demekî kin bû tevlî şoreşê bûbû lê dîsa jî em dibînin ku di bîranînên hevalên xwe de cîhekî pir girîng girtiye. ev diyar dibe ku ji sekna Revana ya jiyanê bingeha xwe digre û cesareta wê ya nava şer de jî bandorekî giring çêkiriye li ser rêhevalên wê. dema em bi fermandarê wê re diaxivin ew tîne ziman ku taybetmendiya Revana ya herî berbiçav pêşketina wê ya lêgerînên ji alî felsefî û bîrdozî ye. Revana em dikarin bêjin ku di nava van çîrokên jinan de tenê mînakek e. ew jina ku digot heta niha ez bi bavê xwe re nikarîbûm derkevim kuçê lê niha bi wî re di heman mevzîyan de şer dikim jî dide nîşandayin ku ev şoreş çawa gihiştiye ev asta dîrokî. me dîmenê bav û keça wî ya wê hembêz dike û dişîne şer jî temaşe kir û çiqas xemginîyek giran bû ku di demek nêz de em hîn bûn ku bavê şervana YPJ'ê bi heman teşeyê keça xwe dişîne kervana hevalên wê ya ebedî.
 
'Jin nebûya em di vî şerî de serkeftî nedibûn'
 
Li Kobanê pir kes û bi taybetî jî şervanên mêr ya YPG'ê rastîyek şer tînin ser ziman û dibêjin'' di şerê Kobanê de jin nebuye em bi ser nediketin'.  dema me jinên YPJ'ê naskir û cesareta wan ya di şer de dît em kanî vê bûn ku ev gotin ji rêzê nayê gotin.niha li Kobanê jin ne tenê di şer de, di hemû qadên jîyanê de xwe pêş dîxîne û em dikarin bêjin ku ev rewş qet bi hêsanî bi dest neketiye.
'Tenê ne Kobanê jin jî di vî şerî de azad bû'
 
''malbata min dema eşyayên xwe ber hev kirin û biryara koçberiyê dan ez li hember wan derketim û li vir mam. min der heqê şer de tû tiştek nizanîbû an em çima di nava şerekî bi vî awayî de ne fîkrên min tune bû lê hestên ku parastina ax û welatê xwe di dilê min de cîh girtibû.'' xwediyê van gotinan şervanê YPJ'ê Meryem e û em dikarin bêjin gelek jinên Kobanîyî wek Meryem bi van hestan koçberiyê red kiriye û di eniyan de cihên xwe girtine. ev sekna wan rewşa şer jî guherandiye lewre ên ku bi sekna wan bandor bûne û vegeriyane welatê xwe, şer kirine jî ne hindik in. jinek YPJ'î ev cewhera vê rewşê pir xweş tîne ziman û dibêje:'' di vî şerî de ne tenê Kobanê jin jî azad bû''. jin vê azadîyê jî bi rastiya wê em dikarin bêjin ku bi can û xwîna xwe bi dest xistin. wek fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê jî anî ziman ku digot'' me tenê bi dijmin re şer nekir, bi zîhnîyeta feodalîzmî û nêrtî re jî têkoşînek pir mezin dan.'' lewre li vir tevlîbûna jinê ya şer li alîyekî di nava jiyanê de jî dîtina wê pir kêm bû. ev wek tiştekî xeyalî bû ji bo wan. çanda Ereban ya jinê bê nîrx dihêle,di bin navê olî de dixeniqîne heta niha li pêş bû. lê li hember hemû van nêzîkatiyan jinên Kobanê bi berxwêdêriya xwe û zîrek bûna xwe tim di jiyanê de cîh girtiye. li malê, li kuçê û zêviyan de her tîm karê herî giran kiriye lê ev keda wê li ber çavan xuya nekirîye an hatiye înkar kirin û paş de hatiye hiştin.
 
'Tilîliyên me ji çekan bandorker bûn'
 
''Dema şer dest pêkir ew kesên ku me biçuk û bê nîrx didît wek bav, bîra û mezinên me yên din yek bi yek terka vî bajarî kir lê jinên Kobanê ya ciwan li hember vê rewşê sekinî û di eniyên herî pêş de cîh girt. piştî mayina me kesên ku vedîgeriyan jî çêdibû'' van gotinan gelek şervanên jin ya di nava YPJ'ê de cihên xwe girtine bi serbilindî tînin ser ziman. bi şerê Kobanê derketina  hêza jinê ya cewherî û kêfxweşiya bi dest  xistina azadiyê ji rûyê jinan tê xwendin û ev kelecanek xweş jî derdixîne holê. ''kesên ji ber ku em jinin ji me re digotin hun dikarin ji heqê tu tiştî derkevin niha tiştên ku me kiriye û emê bikin dibînin û bi rêzî nêzî me dibin.'' jinên YPJ'î bi bawerîyekî mafdar van gotinan tînin ser ziman û kesên ku serkeftina jinan ya di vî şerî de dibêjin ne tenê dost û rêhevalên wan in.li hember tarza şerkirina jinan û cesareta wan çeteyên DAÎŞ'ê jî jiyandina xwe ya hilweşandina psîkoljîk jî îtîraf kirine ji şervanên YPJ/YPG re. Ew çeteyên ku dil hatine girtin anîne ziman ku nedixwestin di mevzîyên ku jin têde ne şer bikin an  bi destê jinan werin kuştin. ji ber ku jin wek şeytan lanetkirî tê dîtin û li gor baweriya wan dema bi destê jinan werin kuştin ji merteba şehadetê û ji nîmetên bihûştê kêm dimînin. di sohbetek me ya bi Jiyan Orhan re gotinên yek çeteyên DAÎŞ'ê ku dil hatiye girtin parve kir û got çete gotiye ' em her tiştî karin fêm bikin lê jin çima şer dikin em fêm nakin.' şervana YPJ'ê Hevjîn ku fermandarî jî kiriye anî ziman ku'' tilîliyên me carna ji çekan zêdetir bandor dikir. çete dema dengê tilîliyên me dibihîst hêza wan a şer dişikest û lêdana wan ya çekan bêbiryar dibu.ji dengê telsiza me dibihîst fermandarê wan ji bo hêz bide şervanê xwe ji wan re digot 'hurîyên ku li cennetê  wê dîyarî we bibe wan bifikirin' li hember vê wan jî tekbîra dianîn û gefan li me dikirin.'' travmaya ku ev zîhnîyeta terî dijî tê fêm kirin lewre jinên ku heta niha wek kole dihat dîtin îro li hemberî wan bi hêz û baweriyek mezin ber xwe didin. jinên wek Arin Mirkan,Revana, Roza û Zozan û bi hezaran jin bedena xwe kirin hezar perçeyên ji agir û li ser vê feraseta mêr ya dagirker meşiyan. jin bi  tolhildanek dîrokî sond xwarine ku bi vî vîna bi hêz wê zîhnîyeta tarî hilweşîne. em dikarin bêjin ku Şoreşa Kobanê bi hezaran mînakên dîrokî hate bi dest xîstin û hê jî berdewam dikin. di heman demê de afirînera jiyanek nû û jinên berxwêdêr e. ev tê dîtin ku hişmendiyek giring jî di vî warî de derketiye pêş lewre ew jinên ku ji malên xwe dikarîbûn derkevin, bi mêran re li heman sifrê rundiniştin niha di heman mevziyan de berxwedanên bêhempa didin û dibêjin 'me çawa di şoreşede pêşengtî kir emê xwedî li vî şoreşê jî derbikevin.' tilîliyên wan jî çawa tirsa dilê dijminên wan e, bi heman demê de bûye hêviya jinên hemû cîhanê. 
 
(ch)