Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Mizgîniya bihara gelan

Kadının Kaleminden
Adar 15 / 2016


 

 
Zaxo Zagros
 
Ji bo ku hêzên mêtinger gelan bê parastin, lawaz û bêçare bihêlin, têkiliyên di nav gelan de parçe kirin û teng kirin da ku yek bi yek mîna pariyekî daqurtînin. Ji bo ku li ser civakê serwer bibin her kes li hemberî herkesî dane şerkirin. Her wiha têkiliyên heyî jî li ser berjewendiyên biçûk û erzan dan avakirin. Lewma encama van siyasetên paşverû, hêzên bindest dikevin rewşekê de ku yan xwe difiroşin an hêzeke din difroşin hêzên deshilatdaran. Dema mirov li dîroka herêmê dinêre, mirov dikare mînaka vî tiştî pir baş bibîne. Ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê yekitiyeke li ser bingeha berjewendiyên gelan pêş nexe hemû rengên dek û dolaban meşandine. Bi şovenîzma civakî ya ku demeke dirêj partiyên çep ên tirk nikarin xwe jê rizgar bike û milîgeriya seretayî ya ku di nav kurdan de belav kirin, tevî hemû hewldanan eniyeke gelan nehat avakirin. Hemû gavên ku hatin avêtin bi destwerdanên derve re hatin valaderxistin.
 
Wekî her car îro jî hemû rengên faşîzmê di nav hevkariyê de ji bo têkoşîna azadiya gelan têk bibe  şerekî qirêj dide meşandin. Îro li Tirkiyeyê faşîzana reş a ku MHP nûnertiya wê dike, faşîzma kesk ku AKP nûnertiya wê dike û faşîzma spî ya ku CHP nûnertiya wê dike di nav lihevhatinê de li dijî gelan eniyeke veşartî ava kirine û di yek çeperê de şer dikin. Li hemberî vê yekê encax bi eniyeke demokratîk û şoreşgerî mirov dikare têkoşîneke serkeftî bi rê ve bibe. Lewma avakirina yekitiya hêzên şoreşger ku di 12’ê adarê de li çiyayên Kurdistanê hat ragihandin ji bo hemû tevgerên çepgir zayîneke nû ye. Ji ber her tişt dide diyarkirin ku ne derketineke demkin mîna derketina çepê tirk a sala 1920’î, ne wekî piştî 1960’î tevgereke ciwanan bêyî perspektifê siyasî, ne jî wekî piştî salên 1970’yî tevgereke ciwanên reformîst û heta dawî tevgereke çep a bê hêvî û parçebûyî nikare vê pêvajoya pêşwazî bike. Berovajî vê yekê bi qasî ku ders ji van ezmûnan derxe dê ewqas bibe derketineke nû ji bo rêberiyeke şoreşger di hundirê tevahî Tirkiyeyê de.
 
Şoreşa Rojava îsbat kir ku bi yekitiya gelan mirov dikare jiyaneke nû û pêşerojeke bi rûmet ji hemû gelên vê axê re damezirîne. Lewma dê ne şaş be ku mirov bibêje Şoreşa Rojava roleke mezin di avakirina yekitiya hêzên şoreşger de lîst. Ji ber aşkera derket holê ku ger pirsgirêka azadiya Kurdistan neyê çareserkirin tevgerên çepgir jî nikarin encamên pêwîst wergirin. Lewma çarenûsa me bi hev re girêdayî ye.  Teza “bi qasî azadî ji bo kurdan ewqas demokrasî ji bo Tirkiyeyê tezeke pir di cih de ye.  Yanî ev her du mijar mîna cêwiyan e mirov nikare wan ji hev qut bike. Bi van rastiyan ve girêdayî mirov dikare bibêje ku ragihandina eniyeke şoreşgerî di demeke wiha de dê hêzeke mezin bide têkoşîna ku îro gelên me li hemberî faşîzma AKP- DAIŞ pêş dixe ye. Û dê tirsekî mezin têxe nav dilê hêzên faşîst de. Bêguman di 12’ê adarê de îlankirina vê gavê mizgîniya biharê ye ji bo hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê. Her wiha bersiveke herî bi wate ye ji bo hemû şoreşgerên ku bi yekitiya gelan bawer kirin û canê xwe di oxira wê de bexş kirin mîna; rêheval Kemal Pîr, Hakî Karer, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û hwd… Tiştê ku ji me tê xwestin jî ew e ku her kes ji aliyê xwe ve hewl bide ku vê yekitiya bi rûmet mezin bike, bike bingeha hevpeymanên hîn mezintir.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin