Pergala tecawîzkar û zarok…
Kadının Kaleminden
Mamoste Xemrevîn
Roj nîn e ku li vî welatî zarok rastî tundiyê neyên. Dema ku li Tirkiyeyê AKP hat ser kar, piraniya gel baweriya xwe bi wê desthilatdariyê anîn. Di pêvajoya vê desthilatdariyê de di warê demokratîkbûnê de hin xebat hatin kirin. Lê, bi demê re hat dîtin ku hemû gotin û kirin tenê ji bo AKP’ê û alîgirên wê bûne. Ji bo aramiya civakê û bi taybetî jî ji bo zarokan tu xebatên ber bi çav ên erênî nehatin kirin. Berovajî wê asta zext û zora li ser civak û zarokan her roj giran bûn.
Serokomarê Tirkiyeyê dema ku serokwezîr bû, di axaftineke xwe de gotibû ku em nifşeke nû digîhînin. Ev nifş, nifşeke “kîndar û dîndar e.” Gelek zarok û ciwanên di mal, dibistan, qurs, sazî û dezgehên vê ferasetê de dimînin û tên perwerdekirin. Her yek ji wan dibin qadro û xebatkarên dahatûyê yên AKP’ê. Dema ku ev gotinên Serokomar di nav civakê de belav bûn, ji aliyê hin derûdoran ve rastî bertekên tund hatibûn. Lê, li van cihan çi tê serê zarokan tu kes pêre eleqedar nebûn û nabin. Îqtidareke ku xwe oldar û parêzvanê mafê mirovan da nîşandan û gel jî pê bawer bû û zarokên xwe bi dilekî rihet teslîmê wê kirin, nedihat fikirîn ku dê çi bîne serê wan zarokan…
Saziyên wek dibistanên leylî, girtîgeh û hwd. ên ku dewlet jê berpirsiyar e, xwedîtî li zarokan nehat kirin. Li girtîgehan agahiyên îşkence û tecawiza li ser zarokan ket rojeva raya giştî. Ji ber ku ev zarok Kurd bûn û wek hemwelatiyan nedihatin dîtin, hemû bûyer hatin înkarkirin û veşartin. Rojnamevan û nûçegihanên ku ev bûyer aşkere kirin jî yek bi yek hatin binçavkirin û girtin. Dibistanên leylî yên ku malbatên xizan ên Kurd û Tirk zarokên xwe dişînin jî ji bo zarokên kurd bûn cihên pişaftinê û ji bo hemû zarokên bêparastin jî bûn cihên destdirêjiyê…
Belê, çil û pênc zarokên ku li bajarê Karamanê li hin mal û dibistanên ku bi piştgiriya “Weqfa Ensarê” perwerdehiyê dide zarokan, rastî tecawiza mamosteyekî hatin. Ev mamoste endamê Egitîm-Bir Senê ye û dest dirêjî li zarokên neh- deh salî kiriye. Ev saziyên qaşo piştevanî û karê perwerdehiyê dikin, êdî diyar bû ku cihên rizandina exlaqê civakê ne. Divê malbat û civak li hember vê feraseta qirêj helwesta xwe diyar bikin. Zarokên ku malbat dixwazin li gor exlaq û feraseta misilmaniyê bên perwerdekirin, bi vê nêzîkatiyê ve rû bi rû dimînin, dê her yek bibin kesayetên bi pirsgirêk ên civaka pêşerojê. Ew nifşa ku Serokomar bi lêv kiribû jî dê nifşeke çawa be, hate dîtin…
Ji xwe em dizanin ku xewn û xeyalên Erdogan û AKP’ê ew e ku jiyana Osmaniyan careke din zindî bike. Emîne Erdogan jî ji bo jiyana Haremên di Qesrên Osmaniyan de gotibû ew der cihên perwerdehiyê ne. Cihên perwerdehiya feraseta Qesra Spî ya Erdogan diyar e ku dê civakê ber bi ku derê ve bibe?
Ji niha ve amadekariya bingeha wê jiyanê dikin. Di salên dawî de her hefte rêzefîlmên qesrên Osmaniyan jî li ser vê esasê tên nîşandan. Tecawiza ku li qesran hatiyê kirin, li tu deran pêk netiye. Ev jî ji bo kesên bêexlaq dibin mînakên şênber ku mamosteyek dikare bi rihetî destdirêjiya zarokan bike…
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin