Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Hînbûyîn an vîna rastîn?

Kadının Kaleminden
Gulan 10 / 2016


 

 
Dîlan Aydin
 
Dibêjin; “Xweda derd daye, kevir tehemul nekiriye lê însan tehemul kiriye.” Kê gotiye ne diyar e lê tesbîteke di cih de ye û ji gelek aliyan ve dikare mînakan bide her wiha em dikarin ‘hinek aliyên xwe’ di vê gotinê de bibînin.
 
Belê ev hevok her çiqas li ser vîna însan hatibe gotin jî tu dikarî dijberî vê wateyê, vê hevokê ji aliyê neyînî ve jî şîrove bikî. Ev alî çi ye? Bêguman helwest û sekna însan a li hemberî hin rewşan e. Carna wisa rewş hene ku divê tu di demê de bi destên xwe paşve dehf bidî, bi dilê xwe rêya wan bigirî, bi gotin û hevokên xwe jî diyar bikî ku tuyê qet nepejirînî.
 
Lê dema em li xwe, li hev û li alemê mêze dikin; em dibînin ku gelek tofanên di ser me re derbas bûne, ji ber nehişyarî û bêberpirsyariya me bi xwe bûye. Yan me rewşê baş nizanibûye yan jî me xwe bi çend gotinan daye bawerkirin! Tiştên ku pêkhatina wan ne mumkun e, ji bo me wekî pêkhatî xuya kirine. Divê em bizanibin ku ev yek ne hêvî ye, bendewarî ye. Hêvî û bendewarî du têgehên ji hev cuda ne. Niha em zêde dûr neçin. Bûyerên ku em îsal bûn şahid… Rojên ku yek ji yekê xirabtir bûn, şopên çawa di jiyana me de hiştin? Em çiqas ji wan haydar bûn, me çiqas ji dil hîs kir û pirsa herî girîng me di wan roj û şevan de çi kir?
 
Divê em vegerin wan rojan, gotin û kirinên xwe yek bi yek bînin bîra xwe. Divê em bi awayekî vekirî bibêjin ku îsal tu wateya gotinan nema ji bo me. Lewre me her tişt dît! Tiştên me texmîn nedikirin yek bi yek hatin serê me. Em bi ‘nedîtina’ rastiyên ku ji ber hînbûyînên me yên rojane çêbûn hesiyan. Kujerî, qirêjî û bêexlaqiya ku me li bajarên Kurdistanê jiya hukmê gelek tiştan tune kir! Hinek tişt piştî ku derbas dibin, tu girîngî û rastiya wan fam dikî. Hinek rewş di destpêkê de bi hemû aliyên xwe ve nayên dîtin. Em ên ku bi karwanî ji vê cîhanê derbas dibin; tevî ku gelek tiştan pir dereng fam dikin jî ev rewş bi gelekan ji me re her xwe dubare dike. Lewre piştî ku em fam dikin jî gotin û kirinên me eynî ne, dubare ne. Bi neçariya ku ji ber neçareseriyên me derdikeve holê, dibore temenê me lê em xwe bi helwest û gotinên xwe yên ‘heyî’ dipêçin, hînbûyînên xwe naterikînin û rê nadin vîna xwe.Hînbûyîn û pejirandin, divê ku bi vînê neyên şîrovekirin. Vîna rastîn ew e ku însan rastiyan bibîne, heta dawiyê li rastî û nirxên ku ji wan bawer dike xwedî derkeve, biparêze û hewl bide ragihîne gelek kesan. Vîna rastîn ew e ku însan li hemberî tiştên ne rast derbikeve, rewşên bêwate yên ku tu fêdeya wan nîn e nepejirîne. Niha li Kurdistanê, vîna ku ji kevir bi hêztir e; bi lehengî û xwîna zarokên kurd, kolan bi kolan mal bi mal, bi qehremaniyeke bêhempa rojên dîrokî dinivîsîne. Ev roj û şevên ku em derbas dikin, her yek ji wan xwedî destanek e. Ji payîz û zivistanê heta bihara ku berdewam dike; hemû bendewarî û ezber yek bi yek bi vîna bi sedan keç û xortan, veguherîn hêviyên bêdawî. Êdî ne yê gotinan, hukmê lehengiyê heye, ne bendewarî, afirandina ‘hêviyan’ heye.
 
Însan, ne bi hînbûyînê, bi zanîna rastî, vîn û baweriyê dikare baş û rast bijî. Zanîna rastiyan peywira me ya jiyanî û exlaqî ye, bêyî bicihanîna vê peywirê em ‘nîvî’ ne. Vîn û bawerî jî sekn, helwest û rêyên me yên jiyanê diyar dikin. Ji ber wê divê ku em hinek rewşan tu carî tehemul nekin, bi vîna xwe veguherînin vîneke bêdawî.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin