Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Leyla, Şîrîn û Mizgîn nemir in

Kadının Kaleminden
Gulan 11 / 2016


 
 
 
 
Zehra Tunç
 
Di vê hefteyê de sê jinên ku bûne çavkaniya hêz û cesaretê ji bo hemû jinan, li çar aliyê welat tên bibîranîn. Sê jinên ku ji bo zarokan bûne çîrokên qehremaniyê yên ku navê xwe ewqas bi kürahî nivîsîne dê di tu serdeman de neyên jibîrkirin, dê her dem bên jiyandin. Sê jinên ku tu lênûs têra nivîsîna wan nake, tu dîrok têra nasandina wan nake, di her werçerxekê de hinek ji serhildêrî û cesareta wan ew ê bê vegotin.
 
Civaknasan dahatû baş didahûrand, roj dixwend û ji bo dahatûyê bername çêdikir, Leyla Qasim bi sirûda ‘Ey Reqîb’ li ber darê sêdarê dibêje: “Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin. Min ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir, ez bi vê serbilind im.”
Piştî bidarvekirina Leyla Qasim bi hezaran zarokên keç ên hatin dinê navê Leyla li wan kirin. Ji bo ku di binhişê wan zarokan de Leyla bijîn û ew zarok Leyla nas bikin ev yek hat kirin. Civaknasa ciwan Leyla di ferqa vê de bû, ew ji bo jinên kurd, bi taybetî jî ji bo jinên ciwan mîraseke cesaretê dihêle. Dizanî ku tenê navê wê têrê dike ku jinên ciwan şiyar bibin û li ser mîrasa wê xwe bi rêxistin bikin. Di 13’ê gulana 2016’an, ango du roj şûn de li bajarê Silêmaniyê konferansa jinên ciwan çêdibe. Roja ku Leyla li ber sêdarê bang li wan kirî û ew şiyar kirîn. Roja ku hîna dengê cesareta Leyla heta ber asîmanan bilind dibe li hemberî nemrûdan serî   natewîne.
 
Şîrîn Elemhulî duyemîn jina kurd a li hemberî zilma serdestan serî natewîne li ber sêdarê ji bo hezaran jinên rojhilatê Kurdistanê bû çirûska hêviyê. Dema ku Şîrîn li ber sêdarê digot; “Dema ez ziman, nasname û kurdbûna xwe înkar bikim, wê demê ez hebûna xwe înkar dikim.” Li pey van gotinên Şîrîn bi hezaran jinên ciwan ên rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan nav refên tevgera jina azad. Bi hezaran jinên kurd li pey wan gotinên Şîrîn li çand, nasname û zimanê xwe xwedî derdikevin.
Hozan Mizgîn ew jina çeleng e ku çek û huner bi hev re ji bo xelasiya gelê xwe û bi taybetî jî bo rizgariya jinan a ji bin pencê çanda qirkirinê şer kir. Hozana gelê xwe Mizgîn bi hunera xwe li hemberî qirkirina çandê şer dikir, bi çeka xwe jî li hemberî paşverutiyê. Ji bo wê jî ew şoreşgereke jin a piralî bû. Di her helwest û awirên çavên wê de kaniya zelaliya jiyanê xuya dikir. Mizgîn bi ked û jîrbûna xwe bûye mijara stranan. Hozan Serhet bi navê “Mizgîna Çeleng” li ser wê stran çêkiriye û gotiye. Hozan û fermandar Mizgîn wekî navê xwe ji bo jinên kurd mizgîniya serketinê daye. Ji ber ku wê dizanî dê li pey wê bi hezaran Mizgîn di nav rêxistina jinan a ku wê despêkê jê re fermandarî kiriye de cih bigirin, ji bo wê jî li gorî wateya   navê xwe jiyaye.
 
Bi hezaran jinên ku navê Leyla, Şîrîn û Mizgîn li xwe kirine, ji wan bi bandor bûne û li pey şopa wan diçin hene. Sê jin bûne şaxên rêxistinê yên herî mezin û bi hezaran jin gihandine hev. Di dîrokê de bûne dahatû bûne, ji ber ku ew nemir in…
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin