Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Paradîgmaya Sykes-Picot têkçû!

Kadının Kaleminden
Gulan 17 / 2016


 

 
Zaxo Zagros
 
Ev sedsal e ku di ser peymana Sykes-Picot re derbas dibe. Lê encamên wê yên siyasî hîn jî bi hemû zindîbûna xwe me bi her awayî bandor dike. Ji ber ew neqşa siyasî ya ku afirand, hişt ku herêm krîz li ser krîzê bijîn û heta niha jî xwe ji qeyranê rizgar ne kiriye.
 
Damezirandina netewe dewletên Rojhilata Navîn piştî vê peymanê mîna kabûsekî xwe berdan ser dilê gelan. Ew sînorên ku hatin xêzkirin ne tenê bedena me, her wiha ruhê me, hizrên me û hestên me jî perçe perçe kir. Mîna fîtîlê hişt ku şerê her kesî li dijî her kesî di herêm de pêş bikeve. Wê ne şaş be ku mirov bibêje gelê ku herî zêde ji vê peymanê bandor bû gelê kurd bû.
 
Ji ber gelê herî zêde bikomkujiya zîhnî û fîzîkî re rûbirû ma gelê kurd bû. Ji bo kurd nebin ê xwe bi hemû rengên qirkirinê re rûbirû man. Perçebûna ku peymana Sykes-Picot di nav kurdan de çêkir, tenê kurd nekir çar perçe, hişt ku her perçeyek di nav xwe de bibe hezar perçe. Ango heta dawî civakeke belav û bêser û ber derket holê.
 
Tiştê herî xirab jî ew e ku ev sînorê ku dijminên kurdan çêkirin bi demê re di hiş û hestên kurdan de jî bicih bûn. Kolandina xendekan û girtina Deriyê Sêmlaka ya ji aliyê PDK’’ê ve di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de nîşaneya vê yekê ye. Çiqas di ziman de bê gotin ku em li dijî vê Peymanêne û serxwebûnê dixwazin lê ger ew sînor bên kûrkirin û li dijî perçeyekî din bê bikaranîn belkî jî rûreşiya herî mezin li hemberî dîrokê ye.
 
Divê kurd baş bizanin ku ger azadiya perçeyekî nekeve xizmeta hemû Kurdistanê de, dibe ku  ew ne azadiye û divê em navekî rast lêbikin. Ger em dixwazin peymana Sykes-Picot têk bibin. Du rê li pêşiya me hene; yekemîn; divê em rastiya netewe dewletêye ku bû sedema komkujiyên li ser kurdan çareser bikin û dîsa dîrokê bi rengekî din dubare nekin. Duyemîn jî; divê kurd berî her tiştî bibin ên xwe. Ji bo gelekî “XWEBÛN” tiştekî ger nebe nabe ye. Bi hişê xwe fikirandin, bi çavên xwe dîtin û şirove kirin û ji bo xwe jiyîn mijarekî herî girîng e.
 
Divê der barê de projeya  neteweya demokratîk a ku Rêber Apo li gorî berjewendiyên kurdan û tevahî gelan pêşxistiye careke din çiqas tezekî di cih de ye derdikeve holê. Ji ber ev proje panzehira Peymana Syke-Picot e. Sedem jî ew e ku; ew sînorê sexte ku bi navê netewe dewletê hatine avakirin bin pê dike û dawî li şerê di nav bera gelan de tîne. Wê ne şaş be ku mirov bibêje rojavayê Kurdistanê divê wateya de Peymana Sykes-Picot têk biriye û rê li pêşiya hevpeymana gelan vekiriye. Ew sînorê ku nijatperestî, olperestî, zayendpersetî û zanistperestiyê di nav gelan de hatibûn avakirin roj bi roj bêwate dike û rê li pêşiya pergaleke nû vedike. Lewma jî mirov dikare bibêje Rojava bi paradigmaya neteweya demokratîk ve paradîgmaya Peymana Sykes-Picot a ku xwe dispêre netewe dewletê têk dibe. Ev jî bi navê gelan û hemû bindestan serkeftinekî mezin e. Ji bo hevpeymana gelan bibe peymaneke mayinde, ji bo dîrok xwe dubare neke, pêwîstî bi paradigmayeke nû, bi pergaleke nû û zîhnîyeteke nû heye. Navê wê jî KURDISTANA AZAD Û ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK E.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin