Bihar xweza û îlhama wêjeyê
Kadının Kaleminden
Dîlan Aydin
Bihar; navê bi sedan rengan, newaya şalûl, bilbil, quling û çivîkan. Bihar; xweşikbûna bêdawî, demsala kulîlk û giyayan, pêkhatina hêviyan, ronahiya çavan, bêhna gul û kulîlkên ku li çar aliyan belav dibe. Bi hatina biharê re her bosta axê, dar û ber şîn dibin. Bi biharê re rengê zinaran jî şîn dibe. Nebêjin kevir çawa şîn dibe? Li herêmên çiyayî, teht û zinar bi rengên cur be cur şîn dibin.
Bihar; demsala coşbûna çeman, derbûna kaniyan, herikîna ava newalan. Lûtkeya hemû xweşikbûnan çi deng û reng bibêjî tu diyarî me dike bihar. Em çi xeyal bikin wê dibînin, çi dîmenî bixwazin li ber çavên me ye. Bihar; reng û dîmenên bedew… Cîhanek bêhempa diafirînî kêlî bi kêlî. Li ber çavên me yên ku ji demsalên payîz û zivistanê ve bendewar in, roj bi roj aj didî mezin dibî, bi bereketa bêdawî ya axê re. Newayên aramdar tev mêvanên te ne. Tu demsala evîna bilbil î. Bilbil, her sibeh bi evîna gulên te dixwîne. Her sibeh, ji ber bedewiya te, bi awaza xwe pesnê te dide. Dengê bilbil biharê ne wekî demsalên din e. Bi coş e, wekî rengê te geş e. Tu tişt ji te têr nabe. Ne çivîk, ne zarok, ne jî ax. Demsalek ji salê, lê hêviya sê demsalan î tu. Sê mehên rengîn lê wekî hefteyek du hefteyan xuya dikî ji bo me. Kêlî bi kêlî vediguherînî her tiştî. Mizgîniya ku sê demsal li bendê ne tu yî.Warê deng û rengan î!
Ji her newalek ku şahidî ji sedan salan re kiriye; av diherike di demsala biharê de. Dema ku av diherike, risteyên Feqiyê Teyran bi dengê avê re dibin yek û tên guhên me. Feqî dibêje: “Ey av û av ey av û av/Daîm diçim dengê te tê/Ji kê re dikî zikrê helal/ Ji kê re dikî vê taetê.” Feqiyê Teyran, evîndarê xwezayê ye. Ew Feqiyê çivîkan e, bi avê re diaxive. Dema ku navê Feqiyê Teyran tê gotin; bihara Kurdistanê, çivîkên ku dixwînin yek bi yek tên ber çavên me. Feqî dibe razeke bêdawî, ji sedsalên dûr û dirêj zindî dibe. Feqiyê Teyran, wekî gelek helbestvanên tesewufê, têkiliyeke xurt bi xwezayê re daniye. Wî ji kaniya wêjeyê, yanî ji xwezayê dest pê kiriye. Lewre baş dizanibûye ku wêje; îlhama zanîn, nasîn û hezkirina xwezayê ye. Helbestvanên ku bi axa Kurdistanê re bûne yek, bi zimanê xwe yê xwezayî, yê ku hebûn û xweîfadekirin bi xwe ye; berhemên bêhempa û nejibîr ji me re hiştine. Feqiyê Teyran ê ku navê wî wekî helbestê ye jî; bi dengê avê re tê gelî û newalên Kurdistanê. Kê helbesta “Ey av û av” xwendibe dema dengê avê bibihîse dê bê hemdê xwe vê helbestê bixwîne.
Van rojên biharê yên ku ber bi dawiyê ve diçin, xatir ji me û rûyê erdê dixwazin; her çiqas ji ber dijminên xwezayê, dagirkerên rûreş, baş neyên jiyîn jî; her yek ji wan diyariyek e ji bo me. Diyariyên herî xweş ên vê cîhanê van rojên biharê ne. Bihara herî xweş a vê cîhanê jî ya Kurdistanê ye! Ev gotin ne tenê ji ber hezkirina welat e. Rastiyeke dîrokî û erdnîgarî ye. Ji ber vê ye ku gelek helbestvanên bi nav û deng kurdistanî ne, kurdewar in, evîndarên xwezayê ne. Vê meha gulanê, wekî gelek mehan xwedî rojên girîng e. Di ronahiya wêjeya kurdî de, rojek ji bo cejna ziman hatiye diyarkirin. Di rêya Kovara Hawarê de, bi keda Celadet Bedirxan, kurd ber bi cejnên serkeftî yên vejîna zimanê kurdî ve diçin. Bi hêviya ku jiyan û zimanê kurdan roj bi roj wekî vê demsala deng û rengan bi pêş bikeve; Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin