Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Di xweseriyê de jin û ziman

Kadının Kaleminden
Gulan 17 / 2016


 

 
Zehra Tunç
 
Beriya her tiştî ziman hebûna mirovan bi xwe ye an go xwebûn e. Ji bo em hinekî li ser vê mijara ziman û xwebûnê biramin divê em hinek jî têkiliya jinan bi van her du heyînên sereker re jî bigirin dest. Wê demê divê em wateya ziman û xwebûnê ji jinan hîn bibin. Ji ber ku ên herî têkoşîna ziman û xwebûnê didin jin in. Yên di nava pencê qirkirinê de tawîza tunekirina ziman û çandê nadin jin in. Yên ku jiyana civakî ya kevnare bi vegotinê heya niha anîne jin in. Herî zêde jî em dikarin jinên kurd mînak bidin. Li gel hemû cureyên êrîşên qirkirina çandê jî heya dawiyê di ziman û çanda xwe de israr dikin.
 
Jinên kurd li ber sêdaran ji celadan re ziman weke hebûna xwe pênase kirin. Di kolanên Silopiya û jêrzemînên Cizîrê de bigotina; “Berxwedan jiyan e” strana “Sê jinên azad” digotin. Ji bo wê jî girîng e ji bo hînbûna ziman mirov çavekê bavêje dîroka berxwedana jinên kurd û hinek jî li tilîliyên wan guhdarî bike.  Ji bo wê jî dema serdest dixwazin civakekê tine bikin despêkê jinan hedef digirin. Ji ber ku avakarên civakê, şekil û şemal dayîna civakê jin in. Dema êrîş dikin jî herî zêde ji berxwedana jinan û tilîliyên wan ên serketinê ditirsin.
 
Yekem jina kurd a bi kincên xwe yên kurdî û sîroda “Ey Reqîp” li ber sêdarê ders dayî deshilatan û di sekna xwe de celad bê wate kiriye Leyla Qasim e. Bi gotina xwe ya “Dê bi darvekirina min bi hezaran kurd hişyar bibin” bûye nav û rênîşandera bi hezaran zarokên kurdan.  
 
Şîrîn Elemhuli ya ku di dadgeha celadkaran de digot; “Ger ez ziman û nasnameya xwe înkar bikim, wê demê ez hebûna xwe înkar dikim.” Şîrîn di ferqa giraniya bedelê kurdbûn û zimanê kurdî debû. Li gorî Şîrîn heqîqeta ziman, nasname û xwebûnê yeke, ji hev nayê parçekirin, ger bê parçekirin wê demê her parçeyek bê wate dimîne. Ji ber ku li gorî diyalektîka xwezayê jî hevtemamkirin heye. Şîrîn ji bo ku bi zimanê serdestan nepeyîve, di oxira zimanê xwe de çû ber sêdarê.
 
Şîrîn û Leyla di kurdbûn û ziman de israrkirine û di oxira wê de canê xwe feda kirin. Navên Şîrîn û Leyla di nava kurdan de tê wateya li hember tirsê cesaret û li hember teslîmyetê berxwedan. Ji bo wê jî zarokên navê Şîrîn û Leyla li wan tên kirin xwe bextewar û bi têra xwe jî serbilind dibînin. Ji ber dizanin navê wan di dîroka Kurdistanê de wateyek nû li xwe bar kiriye.
 
Mîrê ziman û wêjeya kurdî Celadet Elî Bedirxan dibêje; “Zimanê min çermê laşê min e, zimanê xelkê cilê li ser min e.” Ji ber ku di ferqa wate û girîngiya ziman debûye, ji bo wê jî li sirgunê li gel hemû astengiyan her dem xizmeta zimanê xwe kiriye.
 
Di kovar û rojnameyên malbata Bedirxaniyan ser ziman û çanda kurdî derxistî de Rewşan Bedirxanê jî gelek nivîs nivîsiye. Taybetî jî gotina wê ya “Yekîtiya kurda bide min ez ê kurdistanek azad bidim te” hem di aliyê jiyana komunê û hem jî di aliyê li derdora ziman kombûyînê de xwediyê girîngiyek mezine.
 
Meyrem Xan a ku bi jiyana xwe kinc û dengê xwe kurdewarî dida jiyandin, di ziman û çanda kurdî de kedek mezin daye. Meyrem Xan bi gotina; “Ez bê huner nikarim bijîm” ji qirika xwe ya zelal pir ji dil stranên kurdiyên xwedî naverokên ji jiyana kurdewariyê dagirtî gotiye. Bi wan kêrhatinên xwe yên di hunerê de yekem jina stranên kurdî qeydkiriye. Hîna bi şêwazên qirika Meyrem Xan jinên Botanê distirin û wê didin jiyandin.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; “Ziman, çand û erdnîgariya beden e; li bedena xwe xwedî derkevin.” Ji bo ku em li bedena xwe xwedî derkevin divê bertekên me li hemberî êrîşkaran çîbe, em ê çawan li hebûna xwe xwedî derkevin? Di serî de divê em di ferqa gotina “Qirkirina çandî ji ya fîzîkî bi êştir û domdartire” debin. Dema ku em wê êşê ji kurahiya hest, roman û dil hîsbikin wêdemê emê hîn zêdetir wateya xwedîderketina li ziman û xwebûnê bizanin.
 
Fîlazof Ludwîg Wittgensteîn dibêje: “Sînorê zimanê mirov sînorê cîhana mirov e.” Ev gotin ji bo giringiya ziman û çandê ji bo mirov û gelan çiqase radixe berçavan. Ji ber ku mirov bi ferhenga zimanê xelkê nikare bibe xwediyê ferhengek peyîva ya dewlemend. Gelek peyîvên ku mirov ji dayîka xwe hîndibin hene. Lê dema ku mirov paşê zimanekê hîn dibe mîna astengdarê hişbe, di her çend gotinan de asê dimîne.
 
Nivîskar Murathan Mungan jî dibêje: “Kurd pir xweşik dinêrin, ji ber ku zimanê wan hatiye qedexekirin hemû hestên wan di çavên wan de kombûne.” Li ser vê gotinê jî gelek nirxandin hatine kirin. Bi rastî dema ku mirov ser vê gotinê lêhurdibe hîn zêdetir mirovan giringiya ziman dizane. Ji ber ku bi qedexebûna ziman êdî mirov bûne nexweşên dêrûnî. Ji ber her tiştên xwestine bêjin, an qedexeye yan jî kesên têbigihin nîne. Ji bo wê jî hemû kom bûye ser hev û êdî mirov ji axaftinê dur hêlaye. Ji ber ziman neherikiye êdî bi qasî bandora hiş bandor li bedenê jî kiriye û zimanê bedena mirovan jî weke ku qedexe be nayê xebitandin. 
 
Ev hemû ji bo xweserî û xwebûnê mînakên ji bo girêdana ziman û xweseriyê ne. Ji bo wê jî girîng e mirov di xweseriya demokratîk ango rêveberiya xwecihî de jî li ser ziman bisekine. Ji ber ku mirov bi jiyan, aborî, ziman, çand û hunera xelkê nikare bibe xwe bi xwe û nikare xweser bibe. Bê guman di nava van hemûyan de jî ya herî giring ziman e. Tilîliyên jinên kurd çawan di çeperên eniya şerê Kobanê de deng vedan. Di nava eniyên xweseriyê de jî bi pêşengiya YPS-Jin bi heman şêweyî li Sûr, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Silopiya û Şirnexê bilind dibin. Taybetî jî jinên Botanê yên ji dîrokê heya niha di nava pencên qirkirina fîzîkî û çandê de ziman û çanda xwe ji nifş gihandîn nifşan berdewam dike. Ew xwedî derketin û parastina ziman bi pêşengiya Sêvê Demir, Taybet Înan û Asya Yukselan ji nava dilê berxwedana Botanê dilîlînin. Ji bo wê jî jinên Botanê dibêjin; “Em ê tilîliyên Asyaya di jêrzemînê de pêşengîkirî bilind bikin.”
 
 Ji rojnameya http://www.ozgur-gundem.com/kategori/28/binevs hatiye girtin